Di Nobeta Edaletê de erka wezîrê Edaletê hat bibîrxistin

Nobeta Edaletê di roja 805’an de didome. Parlamenterê Rihayê yê Partiya Çepa Kesk Ferît Şenyaşar diyar kir ku wezîrê edaletê yê nû ger erka xwe bi cih neyne dê pankarta ku li ser ‘edalet’ nivîsandiye li meclisê daliqînin.

Riha – Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 805’an de jî berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û pankarta ‘Ji bo malbata Şenyaşar edalet’ daliqandin û dest bi nobeta edaletê kirin.

‘Edaleta ku dereng tê ne tu edalet e’

Ferît Şeyaşar diyar kir ku piştî weke parlamenter hatiye hilbijartin wê têkoşîna edaletê li Enqereyê didomîne û îro ji bo piştevaniya dayika xwe hatiye ber Edliyeya Rihayê û destnîşan kir ku têkoşîna wan a edaletê di roja 805’emîn de berdewam dike û got: “Ev 5 sal in têkoşîna me ya ji bo edaletê berdewam dike. Em li ber qesra edaletê ku edalet lê winda ye, têkoşîna xwe didomînin. Ez ê ji niha şûn ve têkoşîna xwe ya edaletê li Enqereyê bidomînim. Dayika min jî heta ku edalet were dê li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe bidomîne. Duh Wezîrê Dadê guherî. Yilmaz Tunç bû Wezîrê Edaletê yê nû. Banga me ji bo wî ev e; bila pîrozbahiyan qebûl neke, li tevahiya welat bêedaletî heye. Li Tirkiyeyê hiqûqa serdestan heye. Ev bêedaletiya herî zêde xwe li ber Edliyeya Rihayê nîşan dide. Berê me bi gelek rayedaran re hevdîtin kirin û gotin, ‘wextê ku dema wê hat wê rastî derkevin holê’. Êdî bila her kes wezîfeya xwe bi cih bîne. Hemû rastî li holê ne. Tê gotin ku dîmenên kameraya nexweşxaneyê hatine dizîn. Em dibêjin dîmen hene û em dizanin ku di arşîva dewletê de ne. Her kesê ku li pêşiya rastiyan dibe asteng şirîkê vî sûcî ye. Heke Wezîrê Dadê yê nû tişta pêwîst bi cih neyne, ez û dayika xwe em ê vî pankartê li vir daliqandiye li Meclisa Enqereyê daliqînin. Em ê li ber deriyê Wezareta Dadê daliqînin. Edaleta ku dereng tê ne tu edalet e.”