Di nobeta “edaletê” de 333 roj

Emîne Şenyaşar a 333 rojin li ber Edliya Rihayê di çalakiya nobeta “edaletê” de ne dixwaze dengê wê bê bihîstin.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam e.
Nobeda “edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 333’yemîn de cardin daxwaza xwe ya edaletê nû kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê têkildarî nobedê ev peyam parve kir: “Deriyên edliyeyan awêneya edaleta Tirkiyê ye. Cubeyên remza wîjdan û bêalî yên li Edliyeya Rihayê ne, vala ne! “Salek e li deriyê edliyê zilm didome. Em bi şev û roj li edaletê digerin.”