Di nav dû rojan de li Dêrezorê dû jin hat qetilkirin

Li bajaroka Al-Sosê ya Dêrezorê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû, li ber çavê her sê zarokên xwe hat qetilkirin.

Dêrezor – Bajaroka Al-Sosê ya Dêrezorê ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî, îro bû şahidê qetilkirina jinekê. Dayîka sê zarokan Joza Al-Mihriş a 35 salî ji aliyê mêrê bi navê Ehmed Al-Elî yê ku pê re zewicî bu hat qetilkirin. 

Li gor agahiyan hatiye bidestxistin, hat zanîn ku kûjerê bi navê Ehmed Al-Elî ji aliyên Hêzên Parastina Hûndir ve hatiye girtin.

Hat zanîn ku duho li gûndê Al-Sewê yê rojavayê Dêrezorê cenazeya jinekê ku nasnameya wê nehatiye eşkerekirin li ber çemê Firatê hatiye dîtin. Derbarê bûyerê de agahî nehatin bidestxistin.