Di mîhrîcana navnetewî ya Markeş de ‘Yenad Aliko’ Stêra Zêrîn stend
Filmê ‘Yenad Aliko’ ku şerê çand û nakokiyên nifşên di malbatên Filistînî de li Heyfa û Qudûsê derbas dibe raxistiye ber çavan, di 21’yemîn Mîhrîcana Fîlman ya Navnetewî ya Marakeş (MIFF) de bi Stêra Zêrîn hat xelatkirin.
RAJA KHAIRAT
Marakeş – 21’yemîn Mîhrîcana Fîlman ya Navnetewî ya Marakeş (MIFF), di 7’ê Kanûnê de bidawî bû. Di mîhrîcanê de fîlmê Filistînê yê bi navê ‘Yenad Aliko’ xelata Stêra Zêrîn stend. Li ser navê derhênerê ku beşdarî mîhrîcanê nebûye Nada Kabatî axivî.
Nada Kabatî wiha got: “Her çiqas em ji girtina xelatê kêfxweş bin jî, ji ber zilma ku gelê me pê re rûbirû ye em bi xemgîniya xwe li vir in. Derketina ji mirovahiyê çawa bû rewşeke asayî? Kuştin, hilweşandin ji cihê xwe kirin, koçberiya bi darê zorê çawa dikare bê qebûlkirin? Me pusûlayê çawa wenda kir û em çawa gihîştin vê rizîbûna exlaqî? Em di wê hêviyê de ne ku ‘Yenad Aliko’ hinek ji van pirsgirêkan re bibe bersiv. Bi taybetî berî her tiştî di civaka ku jin bûne esîrê urf û edetê azadiya şexsî înkar dikin, di civakê de diteyisînin û bandorên li ser nêzîkatiyên şexsî diteyisînin. Têkoşîna me bi hev ve girêdayî ye. Bi taybetî heta ku jin azad nebe kes ji me azad nabe.”
Şerê di navbera nifş û çandan
Fîlma ’Yenad Aliko’ ku li Heyfa û Qudus derbas dibe, aloziyên malbatên Filistinê yên şerê di navbera nifş û çandan de dijîn radixwe ber çavan. Filmê The Shack yê derhênerê wê Arjantîn Celina Chancellor e, bi derhênerê Somalî Lemo Harawî bi filmê The Village Next Door to Paradise xelata jurî parve kir.
Manar Shihab û Wafaa Awn, Îskandar Kabatî bi performansa xwe ya di filmê ‘Yenad Aliko’ de di qada rola herî baş ya jinê de dû xelat girt, hejmara giştî ya xelatan bû dû qat.
Di serokatiya derhênerê hindî Zoya Akhtar de, aktirîsta Emrîkî Patricia Arquette, aktirîsta Belçîkî Virginia Evera û aktirîsta Mexrîbê Nadia Konda, bi temsîla şeş qiteyan, ji 9 welatên cûda juriya ku ji 9 kesan pêk tê, di navbera 14 filmên beşdarî pêşbaziyê bûne, yên ku îsal xelat girtine hat eşkerekirin. Di merasîma girtina mêhrîcana ku kêliyên herî bi hêz nîşan dane de, di nav de aktirîsta rehmetî Mexrîbê Naima Mashraqî di nav de, sê Mexrîbî û di şexsê sînemaya navnetewî de hatin birûmetkirin.
Li gor organîzatoran, di mîhrîcana ku 9 rojan dom kir de di navbera 40.000 temaşevanên filman de li salonên cûda yên pêşandanê de temaşevanên ciwanê û der barê malbatan de ên beşdarî temaşekirinê bûne 7 hezar û 500 zarok û xama jî cih girt.
Ji 32 welatan 71 fîlm hatin pêşandan
Di salonên cûda yên li Marakeşê de di 6 beşên mîhrîcanê de ji 32 welatan 71 fîlm hatin pêşandan, bernameya 21 ya adîsyon, ji parzemînên cûda sînemavan firsenda ku vîzyonên sînematîk derxistî holê anîn ba hev pêk anî. Organîzatoran diyarkirin ku ‘The Village Next Door’ xelata jurî qezenc kirî yek ji filmên ku ji aliyê atolyeyên Atlas ve piştvanî tê kirin e û atolyeyên Atlas yek ji bernameyên ku mîhrîcana di sala 2018’an de ji bo piştevaniya kêrhatiyan hatî destpêkirin, 12 filman jê sûd girtiye.