Di mehekî de li Îranê 109 kes hatin darvekirin

Li Îranê zêdebûna darvekirinan, qetilkirina kolber, zarokên Kurd û hemwelatiyên Belûc û redkirina radestkirina cenazeyan, careke din asta tepeserkirin û binpêkirinên mafên mirovan a li welat nîşan dide.

Navenda Nûçeyan - Daneyên ku tên weşandin nîşan didin ku di meha Hezîranê de herî kêm 109 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin. Li gorî raporên nû yên mafên mirovan wêneyek bifikar a zêdebûna zextê ya li Îranê eşkere dikin. Ji zêdebûna darvekirina û bêyî agahiya malbatan veguhestina veşartî ya girtiyên di xetereya darvekirinê de bigre heta qetilkirina kolber, bargirên sotemeniyê û welatiyên Belûc, ji redkirina radestkirina cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane bigre, heta zêdebûna zextên li ser malbatên ku li edaletê digerin, gelek binpêkirin berdewam dikin. Ev pêvajo, di bin siya bêdengiya piraniya civaka navneteweyî de didome.

Di mehekî de 109 girtî hatin darvekirin

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, di meha Hezîranê de 5 jê girtiyên siyasî herî kêm 109 girtî li girtîgehên Îranê hatin darvekirin. Ev hejmar li gorî heman serdema sala borî ji sedî 10 zêdetir bûye.

Darvekirin ne tenê bi çend girtîgehan re sînordar bûn; li girtîgehên li herêmên cuda yên Îranê yên wekî Adilabadê, Şîraz, Dîzelabada li Kirmanşahê, Kaşan, Semnan û Sebzevar jî hat sepandin. Ev nîşan dide ku cezayê darvekirinê li welat wekî pêkanînek berbelav û amûrek tepeserkirinê berdewam dike. Di rojên dawî de hate ragihandin ku li girtîgehên Adilabada li Şîrazê, Kaşan û Dîzelabada li Kirmanşahê, her ji çar girtiyan yek hatiye darvekirin û çar girtiyên din jî li girtîgehên Kaşan, Semnan û Sebzevar bi sûcdariyên ne siyasî hatine darvekirin.

Veguhestina veşartî ya girtiyan

Bi zêdebûna darvekirinan re, gelek raporên têkildarî veguhestina bi dizî ya girtiyên mehkûmên cezayê darvekirinê hatin weşandin. Ev pêkanîn rê li ber hevdîtinên dawî yên girtiyan digre, malbatên wan di bin nezelalî û zexteke giran a derûnî de dihêle. Hinek malbat, aqûbeta xizmên xwe piştî darvekirinê hîn dibin.

Ji Merîvanê heta Servabadê: Sînorên Kurdistanê hêj di bin agir de ne

Li herêmên sînor ên Kurdistanê, mudaxeleyên çekdarî ya li dijî kolber û sivîlan berdewam kirin. Li Merîvanê, kolberek 18 salî bi guleyên muhafizên sînor hate qetilkirin û hate diyar kirin ku kolberek din jî heman awayî hate qetilkirin. Li Servabadê jî di encama gulebarana wesayîta malbatek Kurd de, zarokekî 15 salî hate qetilkirin û bavê wî bi giranî birîndar bû.

Li Seravanê, tevî ku li ser qetilkirina 4 hemwelatiyên Belûc 30 roj derbas bûn jî, tenê cenazeyê yekî radestî malbata wî hatiye kirin. Sê cenazeyên din hêj di destê hêzên ewlehiyê de ne û malbat ji rayedaran li benda bersivekê ne.

Pisporên mafên mirovan, neradestkirina cenazeyan mîna rêbazek zext û tirsandinê ya malbatan dibînin.

Malbatên ku lêgerîna edaletê dikin rastî zextan tên

Bi zêdebûna darvekirinan re, malbatên ku lêgerîna edaletê dikin jî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve rastî zextan tên. Malbatên ku dixwazin çarenûsa hezkiriyên xwe nasbikin li ku ne, an jî cenazeyên wan bistînin, bi gef û lêpirsînan re rû bi rû dimînin. Nedayîna cenazeyan û astengkirina merasîmên şînê, ji bo bêdengkirina malbata mîna rêbazek tê bikaranîn.

Belûcistan: Ji qetilkirina welatiyan bigre heta êrîşên li dijî bargirên sotemeniyê

Li Belûcistanê tundiya avahîsaziyê berdewam dike. Hate ragihandin ku li navçeya Raskê, hêzên bi cilên sivîl bêyî hişyariyek wesayîtên kesên ku sotemeniyê hildigirtin gulebaran kir. Çavkaniyên herêmî jî, radigihînin ku ji bo berdana wesayîtên desteserkirî gelek pere tên xwestin û ev yek zexta aborî ya li ser malbatên xizan zêde dike.

Hate ragihandin ku di êrîşên leşkerî yên Emerîkî yên di 17 û 18’ê Tîrmehê de herî kêm sê welatiyên Belûc hatine qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûne. Li Sîrîkê du masîgir, li Îranşehrê karkerê balafirgehê jiyana xwe ji dest daye û li Çabaharê jî jina Belûc Pervîn Sepahî di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da û ferdên malbata wê jî birîndar bûn.

Ji Şîrazê heta Kirmaşanê asta zextê

Bûyerên dawî nîşan didin ku binpêkirinên mafên mirovan ne tenê bi herêmek re sînordar e. Rapor, nîşan didin ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên mîna Şîraz, Îlam, Merîwan, Kirmaşan, Kaşan, Semnan, Sebzevar, Saravan, Teftan, Zahedan, Rask, Îranşehr, Sîrîk, Cask, Kenarek û Çabahar, darvekirin, qetilkirina sivîlan, gulebarana leşkerî û binpêkirina mafên malbatan tên jiyîn.

Bêdengiya civaka navneteweyî dibe sedema domandina zextê

Çalakvanên mafên mirovan, diyar kirin ku darvekirin, tundiya li dijî sivîlan, veguhestina veşartî ya girtiyan, nedayîna cenazeyan û zexta li dijî malbatan, ji ber bersiva nebaş a civaka navneteweyî didome.

Li gorî çavdêran, nebûna zext û hesabdayîna bi bandor, çerxa bêcezatiyê xurt dike û dibe sedema darvekirin û zexta li dijî malbatan.