Di mehekê de li dijî rojnamevanên Filistînî 134 êrîş pêk hatin

Komîteya Azadiyan ragihand ku di meha Cotmeha borî de, Îsraîlê 134 binpêkirin li dijî rojnamevanên Filistînî pêk anîne. Rojnamevan bi desteserkirin û qedexekirina şopandinê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Azadiyan a girêdayî Sendîkaya Rojnamevanan, di rapora xwe ya mehane de ragihand ku di meha Cotmeha borî de, li dijî rojnamevan û saziyên medyayê yên Filistînî 134 binpêkirin ji aliyê hêzên Îsraîlê, niştecih, dadgehên leşkerî û medyaya Îbranî ve hatine tomarkirin.

Li gorî daneyên ku duh  hatine weşandin, hewldanên astengkirina karê rojnamevanan bi rêya êrîşên rasterast, gefxwarin û serdegirtinan berdewam dikin. Her wiha komîteyê destnîşan kir ku siyaseta desteserkirin û qedexekirina şopandinê bi 70 bûyeran di serê lîsteya binpêkirinan de cih girtiye.

Her wiha komîteyê 27 bûyerên êrîşa bi gaza rondikrêj û bombeyên deng, 8 bûyerên serdegirtina mal û saziyên rojnamevaniyê, li gel 7 bûyerên girtinê û 7 bûyerên derxistina rojnamevanan li pêşberî dadgehên leşkerî belge kirin.

Derbarê êrîşên fîzîkî yên li dijî rojnamevanan de, raporê 3 birîndarbûnên bi guleyên rastîn û birîndarbûneke giran a bi perçeyên mûşekan tomar kirine. Di heman demê de 5 êrîş ji aliyê niştecihan ve li dijî rojnamevanan hatine kirin. Her wiha 3 bûyerên lêpirsînê, 2 bûyerên gefxwarin û handanê û ferzkirina cezayekî diravî li ser rojnamevanekî hatin tomarkirin.

Banga ‘rojnamevanên Filistînî biparêzin’

Komîteyê destnîşan kir ku piraniya binpêkirinan li bajarê El-Xelîlê pêk hatine, bi taybetî piştî pevçûna çekdarî ya li herêma "Ferş El-Hewa" û tedbîrên leşkerî yên tund ku zêdetirî hefteyekê dom kirin. Hêzên Îsraîlê van şert û mercan bikar anîn da ku bi rêya desteserkirin û armanckirina rasterast, astengiyan li pêşiya tîmên rojnamevaniyê çêkin.

Komîteyê tekez kir ku ev binpêkirin azadiya karê rojnamevaniyê sînordar dikin û mafê raya giştî yê gihîştina agahiyan binpê dikin. Komîteyê bang li saziyên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku ji bo parastina rojnamevanên Filistînî, darizandina berpirsan û dawîanîna li siyaseta bêcezakirinê, gavên cidî bavêjin.