Di meha Mijdarê de 31 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JINNEWS'ê kom kiriye, di meha Mijdarê de 31 jin hatin qetilkirin û 13 jin jî bi awayekî guman biguman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê qetlîamên li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Jin li kolanan, li malên xwe û li cihên ku lê dixebitin tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Rayedarên hikûmetê jî qetlîamên li ser jinan ji neditî ve tên, kiryar jî bi biryarên darazê tên xelatkirin. Di nûçeyan de gelek caran xuya bû ku, di meha Mijdarê de jî tundî nerawestiya. Li gorî daneyên tundiyê ên ku JINNEWS’ê ji çapemeniyê kom kirine di meha mijdarê de gelek jin û zarok hatine qetilkirin.

Kiryar yên herî nêz in

Li gorî çeteleya meha mijdarê 31 jin hatine qetilkirin, 13 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Yek ji kiryaran polîsekî berê bû. Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 15 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 8 ji aliyê hevalên xwe ve, 3 ji aliyê xizmên xwe ve, yek ji aliyê mêrê ku hevberdabûn ve û yek jî ji aliyê mêrê ku nas dikir ve hat qetikirin. Kiryarê du jinan nehat tespîtkirin û jinekê jî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. 2 jinên ku ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin di asta berdanê de bûn.

Stenbol di rêza yekemîn de ye

Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin: Li Stenbolê 6, li Îzmîrê 3, li Hatayê 2, li Antalyayê 2, li Manîsayê 2, li Denîzliyê 2, li Amedê yek, li Bursayê yek, li Qeyseriyê yek, li Enqereyê yek, li Muglayê yek, li Uşakê yek, li Dîlokê yek, li Konyayê yek, li Semsûrê yek, li Erziromê yek, li Êlihê yek, li Edeneyê yek, li Kocaeliyê yek, li Boluyê yek.

Li gorî daneyan di meha mijdarê de herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin, 4 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.