Di meha Kanûnê de 19 jin hatin qetilkirin
Li gora daneyên JINNEWS’ê; Di meha Kanûnê de 19 jin hatine qetilkirin û 19 jin û 2 zarok jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan- JINNEWS çeteyleya xwe ya tundiya mêr ya meha Kanûna 2024’an eşkere kir. Li gorî daneyên meha Kanûnê yên ku di çapemeniyê de cih girtine, 19 jin hatin qetilkirin, 19 jin û 2 zarokan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Fail ên herî nêzin
Ji jinên hatin qetilkirin 7 jê ji aliyê mêrê pêre zewicîn, 1 jê ji ber ku xwest veqete, 2 jê ji aliyê mêrê ku ew berdabûn, 2 jê ji aliyê mêrê ji wan veqetiyabûn, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 3 jî di pêvajoya hevberdanê de, 1 jê ji aliyê kesê nasnameya wî ne diyar ve, 1 ji aliyê nasê xwe ve, 1 jê ji aliyê xizmên xwe ve.
Li gor bajaran
Li Samsunê 1, li Kocaeliyê 1, li Bursayê 3, li Kirklareliyê 2, li Îzmîrê 2, li Mêrsînê 1, li Edeneyê 1, li Osmaniyeyê 1, li Sêwasê 1, li Manîsayê 1, li Gîresûnê 1, li Uşakê 1 jin hatin qetilkirin. , 1 jin li Stenbolê, 1 li Sakaryayê û yek jî 1 jin jî li Kayseriyê hat qetilkirin.