Di meha Hezîranê de jinek jî di nav de 45 welatî li Efrînê hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di meha hezîranê de li Kantona Efrînê jinek ji di nav de 45 welatî hatine revandin û herî kêm 900 dar ji bo bazirganiyê hatine birîn.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê rapora xwe ya ya meha hezîranê aşkera kir. Di raporê de hat eşkerê kirin ku li seranserê kantona Efrînê jinek jî di nav de 45 welatî hatiye revandin û zêdetirî 900 darên zeytûn, hinar û darên din hatine birîn.

Di raporê de wiha hat gotin: 

"Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, MÎT`ê û çeteyên El-Hemzat, çeteyên Polîsên Leşkerî û Feyleq El-Şam 14 welatî revandin. Çeteyên Emşat, Cebhe El-Şamiyê û çeteyên Polîsên Sivîl û Polîsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh li navçeyên Şiyê, Şêrawa, Bilbilê û Mabata jî 11 welatî revandin ku yek ji wan jin e.

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên Feyleq El-Şam, çeteyên Polîsên Leşkerî û çeteyên “Ewlehiya Siyasî” 13 welatî revandin.

Li navçeya Raco û navenda kantona Efrînê ya dagirkirî jî, MÎT`ê û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Polîsên Leşkerî 7 welatî revandin.

Çeteyên artêşa Tirk li seranserê kantona Efrînê zêdetirî 900 dar (zeytûn, hinar û darên din) birîn da ku bi êzingan bazirganiyê bikin û xwezayê wêran dikin.

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de, di nav de 30 jin, 346 welatî hatine revandine, 18 kes hatin qetil kirine. Her wiha zêdetirî 8 hezar û 500 dar hatin birîn, bêhtirî 300 darên din jî şewitandine, di heman demê de bi dehan hektar daristan û zevî hatin şewitandin."