Di meha Hezîranê de 31 jin hat qetilkirin mirina 24 jinan jî bi guman e!

Li gor daneyên ku di meha Hezîranê de li ser çapemeniyan hatiye dauîn di nav mehekê de 31 jin û 8 zarok ji aliyê mêran ve hat qetilkirin, 24 jin û 3 zarok jî bi awayekê bi guman jiyana xwe jidest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê qetlîamên jinan bi zêdebûnê berdewam dike, lê rayedaran li hemberî vê rewşa tê jiyîn bêdeng in! piştî betalkirina hevpeymana Stenbolê di bûyerên tundiya li hemberî jinê de zêdebûnek pir mezin hat jiyîn. Hema bêje rojekê bê ku tundiya li ser jinê û qetlîamên jinan neyê jiyîn, nîne. Li gor bîlançoya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê di nav mehekê de 31 jin hat qetilkirin û 24 jin bi awayekê bi gûman jiyana xwe jidest dan.

8 zarok hat qetilkirin

Li gor daneyên ku li ser bîlançoyê teyisiye hat dîtin ku di qetilkirina zarokan de zêdebûnek hatiye jiyîn. Di meha Hezîranê de hewldana qetilkirina 12 jinan hatiye jiyîn, 8 zarok hatiye qetilkirin, 3 zarok jî bi awayekê bi gûman jiyana xwe jidest daye. Ji jinên ku hatine qetilkirin 10 jê ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye, 5 jê ji aliyê xizmên xwe, 1 jê ji aliyê mêrê ku xwestiye jê qut bibe, 1 jê ji aliyê mêrê ku jê qût bûye, 1 jê ji aliyê mêrê ku di nav pêvajoya hevberdanê de ye, 2 jê ji aliyê cîranê xwe, 4 jê ji aliyê mêrên ku bi hev re bûne hatine qetilkirin. Kûjerê 7 jinan jî nehat diyarkirin.