Di meha Gulanê de li Başûrê Kurdistanê 4 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyan di meha Gulanê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatine qetilkirin û 2 jin jî birîndar bûne. Her wiha cenazeyê jinek hatiye dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li Herêma Kurdistanê tundiya li dijî jinan didome, li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa ROJNEWS’ê ve hatine berhevkirin, di meha Gulana îsal de, li Herêma Kurdistanê 4 jin hatine qetilkirin.
Li gorî vê:
Di 3’yê Gulanê de li taxa Teyrawe ya Hewlêrê ciwanek 18 salî bi 11 guleyan xwişka xwe ya 17 salî qetil kir û piştre ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Di 20’ê Gulanê de li Dihokê, bi guleyan jinek ciwan a 29 salî û birayê xwe birîndar bûn û kesê êrîşkar hat binçavkirin.
Di 23’yê Gulanê de li Hewlêrê cenazeyê jinek bi navê Xerman Şemsedîn hat dîtin û heta niha der barê bûyerê de tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Di 31’ê Gulanê de li taxa Qendîl a Çarqurne ya bajarê Silêmaniyê, di encama gulebarankirina malek de, jinek temenê wê 40 salî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Yek ji birîndaran jî jinek ciwan bû.
Her wiha di 31’ê Gulanê de li ber deriyê projeya niştecihbûnê ya Dream Sity a li Hewlêrê, jinek ji aliyê çekdarek ve bi 10 guleyan hat qetilkirin.