Di lêpirsîna Narînê de ji bo 4 kesan cezayê muebeda giran hat xwestin

Di îdianameya der barê kuştina Narîn Gûran de hat amadekirin, ji bo Salim Gûran, Yuksel Guran, Enes Gûran û Nevzat Bahtiyar cezayê muebbetê yê giran hat xwestin.

Navenda Nûçeyan – Di lêpirsîna Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê winda bû û 19 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, îdianame hat amadekirin.

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin de bersûc mamê Narîn Salim Guran, diya wê Yuksel Guran û birayê wê yê mezin Enes Guran û Nevzat Bahtiyar ku cesedê wê li kiriye Çemê Egertutmazê bi sûcê "kuştina bi qestî ya li dijî zarokê" cezayê muebbetê yê giran hat xwestin.