“Di lêgerîna polîsan de li ser jinan zext hat kirin”

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora xwe ya çavdêriyê ya li ser binpêkirinên mafan ên di mîtînga 8'ê Adarê de li Qada Îstasyonê pêk hat eşkere kir.

Amed - Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora xwe ya çavdêriyê ya li ser mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li Qada Îstasyonê li Amedê pêk hat, eşkere kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku di ketina qadê yên ji taxa Ofîsê, li herêma Baglar û Deriyê Mêrdînê de lêgerînên zêde hatine kirin û li gel îtîraz û lihevkirina ekîbên komîteya amedekar a erkdarên kamûyê jî lêgerîna pêlavan berdewam kiriye.

Di raporê ev tesbît hatin kirin:

*Di encama hevdîtinên ku bi hêzên kamûyê re hatin kirin de lêgerîna li pêlavên erkdaran nehat kirin û li pêlavên kesên ku wan bi guman ditîne bi hinceta ku 'qerpal' heye lêgerînê berdewam kir.

* Ji ber ku polîsên çevîkê beriya bikevin qada mîtîngê ketina noqteyên lêgerînê zehmet kirin û gelek polîs hebûn, aliyê jinên ku bi kortejê re bikevin hundir, nehatiye qebûlkirin. Bi taybetî hebûna polîsên çevîk ên hemû mêr jî rewşeke balkêş e.

* Ketina qada mîtîngê ji aliyê 3 taxên cuda ve hatin kirin. Piştî her ketinê, 3 nuqteyên lêgerînê yên cihê hatin avakirin. Dûrahiya di navbera xalên lêgerînê de bi qasî 300 metre ye. Her çiqas mesafeyek kin be jî li her xala lêgerînê bi heman rêbazê lêgerîn hat kirin. Her çend derdora qada mîtîngê bi bariyeran hatibû girtin jî lêgerînên dubare yên li mesafeyên kurt ên weke 300 metreyî hêmaneke muameleya xerab û zextê pêk tîne.

*Gelek jin li nuqteyên lêgerînê rastî muameleya xerab hatin û di lêgerînên hûr û kûr de derbas bûn.

* Polîsan nexwestine li ser kesên LGBTQ+ lêgerînê pêk bînin û wan di cîhazên X-ray re derbas kirine. 

* Polîsan pênûsên ku KESK'ê ji bo 8'ê Adarê bi logoya TJA'yê amade kiribû nexistin qadê. 

* Hat dîtin ku zarokên (3-4 salî) jinên ku bi zarok û pitikên xwe re tên mîtîngê û li cil û bergên pitikan û wesayîdên zarokên wan jî lêgerîn hat kirin.

*Di ketina qada mîtîngê de 4 jin û 3 mêr bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin.

*Piştî mîtîngê solîsta jin a MA muzîkê û pêşkêşvanek hatin binçavkirin.

*Ji ber lêgerîna li nuqteyan kesên beşdarî mîtîngê dibûn zehmetî kişandin û dem winda kirin. Di dema îtîrazê ya ji bo vê hat pêşxistin de, jin rastî tundiyê hatin, li dijî dayikên Aştiyê muameleya çêbû, gaza îsotê hat bikaranîn.