Di Konferansa Jinan de rûniştina “Desteya Giştî”

3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bi rojeva lijneya giştî di roja xwe ya çaremîn de dewam dike. Encamnameya komîteya ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin, wê 3 roj piştî konferansê bên eşkerekirin.

NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Rûniştina giştî ya destpêkê ya 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê piştî 3 rojên atolyeyên maratonê îro dest pê kir.

Endamê komîteya amadekar a berpirsê medyayê Emanî Bin Obêd got ku rûniştina giştî bi axaftina vekirinê dest pê kir û wiha axivî: “Pêşniyar dê sê roj piştî konferansê bêne dayîn. Her atolyeyek pêşniyarên xwe kirin û ew ê di rûniştina giştî ya ku îro dest pê kir û dê heta sibê berdewam bike de ji bo nîqaşê bêne pêşkêş kirin. Li ser rewşa jinan li wan welatan di navbera konferansa duyemîn a sala 2016’an û konferansa heyî de dê rapor ji hemû welatên ku di konferansê de cih digirin bên pêşkêşkirin. Rûniştina giştî dê ji bo hilbijartina endamên nû ji bo formên cihêreng ên konferansê li ser hemî parzemînan were veqetandin.”

Atolye berdewam in li ser nîşandana berhemên ji çend welatên beşdar di konferansê de.

Rûniştin dê ji çapemeniyê re girtî bimîne.

“Hevgirtina femînîst a navneteweyî dikare hemû hevkêşeyên siyasî biguherîne”

Aktîvîsta Femînîst a Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Reja Dehmanî ji ajansa me re wiha got: “Di rûniştinê de li ser atolyeyên cuda yên berê yên li ser pirsgirêkên cihêreng ên jinên li pênc parzemînan hatin, nîqaşkirin. Ji gelek welatan jin hene ku ji bo beşdarbûna konferansê vîze nedan wan. Ji bo rûbirûbûna polîtîkayên giştî yên welatên ku hîn jî ji bo feqîrkirina jinan û derxistina jinan ji qada siyasî dixebitin, divê polîtîkayên nû werin meşandin. Şer û pevçûnên siyasî jî trajediyên jinan li hemû cîhanê girantir kirine. Konferansên navneteweyî yên bi vî rengî dikarin jinan bînin cem hev. Hevgirtina femînîst a li Tûnisê bû sedem ku şoreşek femînîst a rast were afirandin. Hevgirtina femînîst a navneteweyî dê nifşek jinên berxwedêr ku bikaribe li dijî hemû polîtîkayan derbikeve biafirîne. Hevgirtina femînîst a navneteweyî dikare hemû hevkêşeyên siyasî biguherîne.”

Koordînatora Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn Selwa Qîqa jî diyar kir ku pirsgirêka herî sereke ya ku jin li herêmê dikişînin, dagirkeriya dewleta Tirk e û wiha pê de çû: “Kesên ku ji ber demokrasiyê diparêzin bi salan di girtîgehê de ne, mîna Rêber Abdullah Ocalan ku banga pêkanîna sîstema demokratîk li hemû herêman dike.”

Endama komîteya amadekar a konferansê Îman Kehlawî got ku di rûniştina vekirinê de behsa rewşa aborî û civakî ya jinên ku di çandinî û pîşesazî de dixebitin hate kirin û wiha anî ziman: “Jinên Tûnisî di rewşeke aborî ya dijwar de dijîn û em hêvîdar in ku di konferansê de pêşniyarên ku dê dawî li êş û azarên wan bîne, derbikeve.”