'Di hilbijartinan de divê hêza jina Îraqî ya siyasî derkeve pêş'

Çalakvanên Mafên Jinan ên Îraqî tekez kirin ku bihêzkirina siyasî ya jinan li Îraqê rûbirû bi kêşeyên mezin re dimînin. Ev jî ji ber nebûna mekanîzmayên bibandor û nedayîna partiyên siyasî girîngî ji bo jinan e.

RECA HEMÎD REŞÎD

Îraq- Tevî hebûna yasayên ku beşdariya jinên Îraqî di jiyana siyasî de misoger dike, weke sîstema kotaya jinan di parlamentoyê de. Lê jin di gihandina cihên biryardayînê de rûbirû bi kêşeyên mezin re dimînin. Di nava van kêşeyan de serdestiya mêr a di nava partiyên siyasî de û astengiyên civakî û çandî yên ku tevlîbûna jinan di qada giştî de bisînor dike. Her wiha Jîngeheke siyasî ya ne ewle û nebûna piştgiriyeke têr ji bo beşdariya jinan jî rê li ber pêşketina ber bi wekheviya siyasî digre.

'Divê jin cihên xwe di biryardayînê de aktîf bikin'

Profesora fakulteya Raghandinê ya zanîngeha Bexdadê Rena El-Şecêrî kêşeyên herî girîng ên ku jin rûbirû di gihandina cihên biryardayînê de dimînin destnîşan kir û got ku mîrateya civakê û çanda bavsalarî astengên herî mezin li pêşiya beşdarbûna bi bandor a jinan di xebatên siyasî de ne. Divê hişmendiya civakê bê bilind kirin, bi taybet li deverên gundewaran. Ew jî bi darxistina çalakiyên bi bandor gengaz e. Rena El-Şecêrî behsa mijara nûnertiya nêgatîv a kotayayê kir û wiha axivî: "Tenê jin ji bo temamkirina hejmarên partiyan an parlementoyê di kotayayê de cih digrin. Pêwîste jinên xwedî çandeke siyasî ya resen bên hilbijartin. Pêdîviya jinan li Îraqê bi hesteke rasteqîn a karê siyasî heye, ew dûrî parçebûna hizbî û mezhebî bin. Divê peyama wan ya siyasî rast be û ji berjewendiya netewî derkeve."

'Guhartin bi hilbijartinên rast dê pêk were'

Nivîskar û rojnamevan Nexem El-Temêmî da zanîn ku her kes li benda guhertineke berfireh e ku çîna siyasî ya ku ev zêdetirî bîst sal in bûye sedema wêranî û gendeliyê ji holê rake. Lê ev guhertin pêwîstî bi îradeyeke xurt a gel û piştgiriya navnetewî heye, wek ku di sala 2003'an de çêbû. Nexem El-Temêmî wiha dibêje: "Guhertin bi hilbijartina serdestên guncav pêk tê. Beşdarbûna jinan di siyasetê de dereng dest pê kir, lê bandoreke zelal li ser biryardayînê hişt, ji ber ku hikûmetê jinên çalak weke Îvan Faêq Cebro, Wezîra Koçberiyê ya du dewran bi nav kir. Ev yek serkeftina jinan di vê warê de nîşan dide. Divê rola jinan di warê siyasî di pêşerojê de mezintir bibe."

'Kota dikare destek bide jinên Îraqî'

Seroka Desteya Rêveber a rêxistina Alîkariya Gel û çalakvana mafên jinan Henaa Hemûd jî dest nîşan kir ku jinên dixwazin bikevin cîhana siyasetê divê armanca xwe bi zelalî diyar bikin û ji bo pêkanîna wê li Îraqê plansaziyek pêş bixin. Partiyên siyasî dergehê sereke ne ji bo gihandina cihên biryardayînê. Henaa Hemûd wiha domand: "Divê jin beşdarî partiyeke ku li gor raman û armancên wê yên siyasî bin, ne tenê ji bo parlementoyê be. Ji bo bidestxistina serkeftina siyasî jî, divê jin bi perwerdehiya domdar xwe bi rêxistin bikin da ku bibin siyasetmedarên serkeftî. Rêjeya kota ya li Îraqê ku di destûrê de ne kêmtirî ji sedî 25, roleke bingehîn di gihandina jinan ji bo cihên biryardayînê di warê qanûnî de dilîze. Kota yek ji bingehên yasayî ye ku alîkariya jinan dike ku bigihêjin parlemento û encûmenên parêzgehan."

'Nûnertiya xwe di meclîsan de misoger bikin'

Seroka rêxistina Eysen a mafên mirovan Ensem Silêman eşkere kir ku hêza siyasî ya jin li Îraqê rûbirûyê kêşeyên mezin dibin, ji ber nebûna mekanîzmayên rastîn ji aiyyê dezgehên peywendîdar ve, ev têgehek nepêkan e. Ensem Silêman anî ziman ku jin ji bo bidestxistina dengên hilbijartinan tên îstismarkirin. Piraniya partiyan zêde girîngiyê nadin jinan û bihêzkirina siyasî ji aliyê partî û pêkhateyên siyasî ve hema hema tune dibe. Em banga piştgirîkirina jinên jêhatî yên ku dixwazin têkevin pêvajoya siyasî dikin. Her wiha banga bihêzkirina jinan dikin da ku nûnertiya xwe ya rast di meclîsan de misoger bikin.