Di hefteya 675’an de hat xwestin ku kiryar werin cezakirin

Xizmên windayan û endamên Komeleya Mafên Mirovan li aqubeta Zekî Altunbaş ê di 12’ê Îlonê de hat windakirin pirsîn û xwestin hesab ji kiryaran were pirsîn û gotin; “Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo Zekî Altunbaş û hemû windayan daxwaza pêkhatina edaletê bikin.”

Amed – Li Amedê xizmên windayan û endamên Komeleya Mafen Mirovan çalakiya di 675’emîn a çalakiya rûniştinê ya bi dirûşma “Bila winda werin dîtin û kiryar werin darizandin” domandin. Malbat ji bo li aqubeta windayan bipirsin wekî her hefteyê li Parka Koşuyoluyê kom bûn. Di çalakiya heftane ya ku her carê çîroka windayek tê gotin de vê carê li aqubeta xwendekarê zanîngehê Zekî Altunbaş ê di dema derbeya 12’ê Îlonê de hatibû binçavkirin hat pirsîn. 
“Ji ber zextan nikaribû xwendina xwe bidomîne”
 Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz, behsa serpêhatiya windabûna Zekî Altunbaş kir û diyar kir ku Zekî Altunbaş ê beşa Matematîkê yê Zanîngeha Fenê ya Enqereyê dixwend, ji ber zexta komên rastgir nikaribûye xwendina xwe bidomîne loma jî dest ji zanîngehê berdaye û li Yalovayê jiyana xwe domandiye. Firat Akdenîz da zanîn ku piştî derbeya 12’ê Îlonê hatiye binçavkirin û berdan û neçar maye ji Yalovayê dernekeve.
“Serlêdan bêencam man”
Firat Akdnenîz diyar kir ku di wê navberê de ji bo leşkeriyê gazî wî kirine û ji bo leşkeriyê şandine Alaya Perwerdeyê ya Çanakkaleyê û wiha domand: “Dema ku li lekşeriyê ye, hin kesên ku di operasyonek de li Yalovayê tên girtin navê Zekî didin. Li ser vê yekê di Nîsana 1981’ê de li Çanakkaleyê tê binçavkirin û dibin Yalovayê. Li vê derê bi rojan di lîpirsînê de dimîne û rastî îşkenceyê tê. Bi hinceta ku dozeke wî ya berê heye wî dibin dadgeha Qişleya Selîmiyeyê ya li Stenbolê. Li gorî şahidên ku wê demê wan derxistibûn dadgehê, polîsan Zekî anibûn dadgehê û kincên leşkerî lêbûn lê hemû qetandîbûn û di rûyê wî de şopên îşkenceyê hebûn. Yekîneya Çanakkaleyê ji fermandarê xwe re gotine; ‘piştî ku me me Zekî ji Qişleya Selîmiyeyê girt em di riya Kartal-Yalovayê de bi vapûra wesayîdan vedigeriyan lê Zekî xwe ji vapûrê avêt.’ Malbat vê nûçeyê ji rojnameyan hîn dibe. Bavê wî Tahsîn Altinbaş, bi daxaznameyek serî li fermandariyên derbeya leşkerî ya Çanakkale-Stenbolê dide lê tu bersiv nagire. Serî li gelek derên din jî dide lê encam ji wan jî dernakeve.”   
“Divê ku kiryar werin darizandin”
Firat Akdenîz radigihîne ku di vê navberê de bûyereke ecêb çêdibe malbata wî hîn dibe ku di Miduruyeta Nifûsê ya Sorguna Yozgatê Zekî Altunbaş wekî ‘mir’ hatiye nîşandan. Tevî ku malbatê ji bo vê yekê qet serlîdan nekiribû û beyan nekiribû jî bi vî awayî ketibû qeydê. Firat Akdenîz got ku ji wê rojê û vir ve malbatê tu agahî ji Zekî Altunbaş negirtiye. Firat Akdenîz got: “Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo Zekî Altunbaş û hemû windayan têkoşîna edaletê bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê ji bo Zekî Altunbaş û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.