Di êrişên li ser Xezayê de 226 rojnameger jiyana xwe ji dest dan
Ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 226 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezayê ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve 226 rojnamevan di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî ku rojnamevanê Filistînî Ehmed Kalca ku wekî kameraman ji bo kanala televîzyonê ya El-Erabî dixebitî, di êrîşa li hewşa Nexweşxaneya Baptist a El-Ehlî de di 5’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, hejmara rojnamevanên ku hatine kuştin gihîştiye 226’an. Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku artêşa Îsraîlê bi taybetî xebatkarên medyayê jî hedef girtiye.