Êrişên Îsraîlê li ser Xezayê didomin
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de herî kêm 18 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, artêşa Îsraîlê kesên li pêşiya navenda belavkirina xwarinê ya di bin çavdêriya saziyeke navneteweyî de kom bûbûn, êrîş kir û di encamê de 18 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane.
Şahidên bûyerê jî dest nîşan kirin ku bi sedan sivîl bi armanca wergirtina alîkariyan ji saetên serê sibehê ve kom bûbûn. Li gorî şahidan, artêşa Îsraîlê sivîlên li benda girtina alîkariyan bûn gulebaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Filistînê jî derbarê mijarê de da zanîn ku ekîbên Nexweşxaneya El Quds ji saetên berbangê ve 12 şehîd û 124 birîndar pêşwazî kirine.
Ajansa SAFA ya Filistînê jî diyar kir ku ji dema belavkirina alîkariyan an ji dawiya meha borî ve, bi dehan kes li cihê belavkirina alîkariyan hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê ji dema binkeftina qonaxa yekemîn a peymana agirbestê ve, ambargoyeke giran li ser Xezayê ferz kiriye. Di encamê de rewşeke mirovî ya aloz heye, xwarin û derman gelek kêm bûne.