Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 147 rojnamevan hatin qetilkirin

Ofîsa Ragihandinê ya hikûmeta Xezayê ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşen Îsraîlê yên li dijî Zîvalê Xezayê de 147 rojnamevan hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve didome. Ji 7’ê Cotmehê vir ve 35 hezar û 303 kes jiyana xwe ji dest dan û bû birîndar bûn. Her wiha di êrîşan de gelek rojnamevan jî di şopandin û ragihandina rewşa herêmê de jiyana xwe ji dest dane.

Ofîsa Ragihandinê ya hikûmeta Xezayê, li ser qenala xwe ya telegramê ragihand ku ji roja destpêka şerê Îsraîl û Hemasê yê li Zivala Xezayê, 147 rojnamevan hatin girtin.

Hate diyar kir ku rojnamevanên herî dawî jiyana xwe ji dest dayîn evin; sernivîskarê medya Eqsa Haîl Necar, wênekêşê malpera Filistîn Post Mehmud Cihcuh, wênekêşê hinek dezgehên ragihandinê ya filistînê Muetiz Mistefa Xefrî û pêşkêşvan û sernivîskarê rojnameya Filistînê Amîne Mehmud Hemîd.

Her wiha hate destnîşankirin ku Îsraîlê bi qestî rojnamevanan dike hedef da ku rastiyan berovajî, tarî bike, nûçe û agahiyên rast negihêje raya giştî ya herêmê û cîhanê.

‘Zîvala Xezayê ji bo rojnamevanan bûye goristan’

Hêjayî gotinêye ku Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor, bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Zîvala Xezayê ji bo rojnamevanan bûye goristan, ji ber ku Îsraîl bi qest rojnamevanan dikuje, astengî ji bo pêkanîna karê wan derdixe û li gel vê rêgirî li rojnamevanên biyanî dike ku bikevin Xezayê.