Di êrişên Îsrailê de zêdetirî 50 zarok hatin qetilkirin

Îsraîlê du êrişên cuda li Xezayê li dijî sivîlan pêk anî. Di van êrîşan de zêdetirî 50 zarok jî di nav de bi giştî 84 kes hatin qetil kirin.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Îsraîlê li bakurê Xezaya ku nêzî meheke dorpêç kiriye xaniyên Filistiniyan kir hedef. Di daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya Hikumetê ya li Xezayê de hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li bakurê Xezayê avahiyên aydê malbatên Şelayil û el Gandur ku 170 sivîl tê de hebûn bombebaran kiriye û wiha hate gotin: “Di du komkujiyên hovane yên artêşa Îsraîlê kirin de zêdetirî 50 zarok di nan de 84 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes di bin kavilan de winda û birîndar bûne.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Îsraîlê li Xezayê qirkirinê dike û hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê avahiyên ku Filistînî tê de hedef girtine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li bakurê Xezayê pergala tenduristiyê hilweşandiye û bi hedefgirtina nexweşxaneyan ew bêbandor kirine.