Di êrişên Îsraîlê de 11 hezar û 852 xwendekar jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li djiî Zîvala Xezayê û Şerîa Rojava didome de 11 hezar û 852 xwendekarên Filistînî jiyana xwe ji dest danee.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê 2023’an  û vir ve êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bê navber didomîne. Di êrişan de jin û zarok dibin hedef.

Wezareta Perwedê û Xwendina bilind a Filistînê daxuyaniyek niviskî da û têkildarê bandorên êrişên Îsraîlê li dîjî Xezayê û Şerîa Rojava ya li ser perwerde û xwendekaran agahî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê 11 hezar û 738 xwendekar jiyana xwe ji dest dane, 18 hezar û 365 xwendekar jî birîndar bûne. Di êrişên Îsraîl yên li ser Şerîa Rojava de 114 xwendekarên Filistînî jiyana xwe dest dane, 594 xwendekar jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnişankirin ku li Şerîa Rojava 450 xwendekarên Filistînî hatine binçavkirin, û di vê heyamê de 560 mamoste di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.

788 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar in

Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku ji ber êrişên Îsraîlê 788 hezar xwendekar li Zîvala Xezayê nikarin perwerdeya xwe bidominin û hat destnişan kirin ku piraniya xwendekaran Filistînî yên ku ji perwerdeyê bê par mane rastî pirsgirêkên derûnî û tenduristiyê hatin.

Di êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li ser Zîvala Xezayê  de 17 hezar û 210 zarok, 11 hezar  742 jê jin bi giştî 43 hezar 61 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.