Di êrîşa hêzên rejîmê ya li ser gundên Belûc de sivîlek hat kuştin
Li Zahedana ku navenda eyaleta Sistan û Belûcistanê ye, hêzên rejîma Îranê êrîşê 4 gundan kirin. Di serdegirtinê de, 18 kesên ku di navbera wan de zarok jî hebûn hatin binçavkirin, ciwanek jî hat kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan Haalvsê; li gundên Chah-Ahmad, Sornaei, Ismailabad û Qaleh-e-Bid ên Belûc ên girêdayî Zahedana navenda Sistan û Belucistanê yên Îranê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê e serdegirtina çêbû. Di serdegirtinan de herî kêm 18 Belûc hatin binçavkirin. Di navbera kesên hatine binçavkirin de 2 zarok jî hene.
Kesek ji aliyê leşkeran ve hat kuştin
Di nûçeyan de wiha hat gotin: “Beriya limêja sibehê, hêzên leşkerî, bêyî biryara darazê, bi ser çend malên li gundên Belûc de girtin û li gelek malan lêgerîn kirin. Di dema serdegirtinê de herêm bi tevahî hat dorpêçkirin û li gundê Sornaei jî şer derket û Belûciyekî bi navê Walî Mohammad Mohammadzahî, ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Her wiha hat hînbûn ku di pevçûnan de muhafizeke şoreşê hatiye kuştin û herî kêm sê kes jî birîndar bûne.”
Nasnameya kesên ku hatine binçavkirin jî wiha ye: Azîz Nasirî Motlagh (43), Ehsan Nasirî Motlagh (17), Ekber Sebahş (45 ), Ekber Şahbahş (16), Şir Muhammed Nasirî Mutlaq, Ata Muhammed Nasirî Mutlaq, Îshaq Kanberzahî, Vahid Şahbakhsh, Morteza Şahbakhsh, Nejat Kanberzahî (35) û xwarziyê wê, Arif (Mohsen) Shahbakhsh (19).