Di êrîşa dewleta Tirk de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Endamê Rêxistina CPT ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Sîdekanê ya Kurdistana Federe de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan- Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kamerean Osman ragihand ku îro di saet 16:15’an de di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de li gundê Mêrge Hewş yê li zozanên Sinînê ku dikeve ser navçeya Sîdekan ya ser bi devera Biradost de welatiyek jiyana xwe ji dest daye.

Kameran Osman eşkere kir ku navê welatiyê ku di topbarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye Bedî kemal Mihemed a sala 1995’ê hatiye dinê û zewicî ye.

Ji destpêka îsal ve 12 welatiyên sivîl li Herêma Kurdistanê bûne hedefên êrişên dewleta Tirk ku ji wan 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 2 welatiyên din jî birîndar bûne. Ji welatiyên bûne hedef yên îsal ji sînorê navçeya Sîdekanin.