Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Fîloya Sumûd de aktivîst hatin binçavkirin
Fîloya Sumûd a ku bi armanca alîkariya mirovî ya ji Xezayê re ji Îspanyayê ket rê, rastî êrîşa Îsraîlê hat. Hinek aktivîst hatin binçavkirin lê tevî zextan jî fîlo rêwîtiya xwe didomîne.

Navenda Nûçeyan – Filoya Sumûd a Global ji 45 keştiyan pêk tê, ji 40 welatan bi sedan alîgirên Filistînê di wan de ne. Vê misyona aştîxwaz a ji bo alîkariya mirovî, 2’yê Cotmehê roja Çarşemê ji aliyê Îsraîlê ve hat rawestandin.
Di êrîşa ji aliyê 20 keştiyên Îsraîl ve 223 aktivîst hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên binçavkirî birine Îsraîlê, di daxuyaniya ji fîloyê de hat ragihandin ku hejmara keştiyên hatine desteserkirin 17 ye.
Berdevkê Fîloyê Saîf Abukeshek, da zanîn k udi 13 keştiyan de herî kêm 200 kes hebûne, di navbera wan de aktivîsta avhewayê Greta Thunberg jî hebûye. Dîmenên Greta Thunberg a di navbera leşkerên çekdarî de ku dema eşyayên xwe yên şexsî berhev dike, bûn sedema bertekan. Rêveberiya fîloyê, êrîşa Îsraîlê weke “êrîşa derzagonî ya li dijî dilxwazên alîkariya mirovî yên bê çek” bin av kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo ewlahiya hemû rêwiyan bikevin tevgerê.
30 keştî rêwîtiya xwe didomînin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 30 keştî hê jî rêwîtiya xwe didomînin, bal hat kişandin ku tevî astengiyên îsraîlê jî bi biryarên xwe bigihîjînin Xezayê. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, diyar kir ku şeva 1’ê Cotmehê, keştî li ser deryaya Misrê hatine dorpêçkirin, bang kir ku Îsraîl ewlehiya wan pêk bîne û destûr bide ku welatî vegerin welatê xwe.
Piştî êrîşa Îsraîlê, li bajarên Îtalyayê Roma, Mîlano, Torîno ve Napolî; li bajarên Îspanyayê, Barselona û Madrîdê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Her wiha li Atîna, Stenbol, Enqere, Meksîko û Buenos Airesê çalakiyên hevgirtinê hatin lidarxistin.