Di doza Komkujiya Vartînîsê de metirsiya demboriyê

HDP'ê ragihand ku ew ê destûr nedin berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên parastin û her wiha ew ê destûr nedin ku darizandin ji demboriyê re bê hiştin.

Navenda Nûçeyan – Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nuray Ozdogan û Serhat Eren, têkildarî Komkujiya Vartînîsê ya ku di 3’ê Cotmeha 1993’an de li bajaroka Vartinis a Navçeya Korkut a Mûşê mala welatiyê bi navê Nasir Ogut hat şewitandin û di encama şewatê de 9 kes hatin qetilkirin, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku li ser Komkujiya Vartînîsê 29 sal derbas bûne û hate diyarkirin ku hewl tê dayîn komkujî bê veşartin û berpirsyarê komkujiyê jî bên parastin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dosyaya komkujiyê bi hinceta "ewlehiyê" birine Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê û wiha hat gotin: “Herî dawîn dozger ji bo her bersûcî ji 180 salan heta 225 salan cezayê girtîgehê xwestibû. Lê di 1’ê Adara 2016’an de dozger mutaalaya xwe guherand û xwest ku ji xeynî bersûcê bi navê Bulen Karaoglû bersûcên din werin berdan. Vê biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Kirikkaleyê ji aliyê Dadgea Bilind nehate qebûlkirin.  Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Kirikkaleyê dixwaze dosye têkeve pêvajoya demboriyê.”

Dosya di xetereya demboriyê de ye

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kiryar tên parastin û wiha hat gotin:

“Doza Vartînîsê jî di 3’ê Cotmeha 2023’an de bi xetereya ketina pêvajoya demboriyê re rû bi rû ye. Taloqkirina darazê wijdanê raya giştî diêşîne, baweriya bi edaletê qels dike û sûcdarên ku difikirin zirxên bêcezatiyê li xwe kirine teşwîqê sûcên nû dike. Divê pêvajoya hiqûqê ya ku mexdûr zêdetir ji aliyê darazê ve tên mexdûrkirin û sûcdar bi bêcezatiyê tên xelatkirin bi dawî bibe. Bi hesab dayîna paşerojê re rastî derkeve holê, di çarçoveya prensîba edaleta vegerandinê de bê tevgerandin û  divê daraz bê teşwîqkirin. Hêza siyasî ya heyî mixabin sûcdaran diparêze û xelat dike. Em qebûl nakin ku di serî de Komkujiya Vartînîsê, kiryarên doza komkujiyên din bi biryarên bereatê ango bi demboriyê re bên xelatkirin.”