Di Doza Gulîstan Doku de geşedanên nû
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku de operasyonên li pey hev berdewam dikin. Li Enqereyê 2 kesên din hatin binçavkirin. Ji bo Waliyê berê Tuncay Sonel û 2 gumanbarên din ên girtî jî biryara ji nû ve girtinê hat dayîn.
Amed – Di doza xwendekara zanîngehê ya li Dêrsimê Gulîstan Doku ya windabûyî de, di pêla duyemîn a operasyonên 21’ê Tîrmehê de 15 kes û îro jî du kesên din hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ragihand ku îro danê sibê li ser fermana dozgeriyê, Emre Ezertaş (ACA Information Systems) û Sefa Karasu di operasyonên hevdem de li Enqerê hatine binçavkirin.
Mesajên dîjîtal delîlên sûcan eşkere kirin
Di daxuyaniyek ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve hatiye weşandin de, wiha hatiye gotin: “Di çarçoveya lêpirsîna berdewam de, lêkolînên li ser materyalên dîjîtal ên Waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, eşkere kirin ku peyamên di navbera Tuncay Sonel û polîsê ji kar hatî avêtin Gokhan Ertok de di çarçoveya sûcên 'tunekirin, veşartin an guhertina delîlên sûc', 'bi awayekî neqanûnî bidestxistina daneyên kesane', 'bêparhiştina azadiya kesekî', 'bi zanebûn birîndarkirin', 'dizî', û 'tunekirin an guhertina daneyên di pergala agahdariyê de' hatine nirxandin...”
Ji bo gumanbarên girtî biryara nû
Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Ji bilî gumanbarên bi navê Tuncay Sonel, Şukru Eroğlu û Gokhan Ertok ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine girtin, du gumanbarên din jî, Emre Ezertaş (ACA Information Systems) û Sefa Karasu, îro danê sibê di operasyonên hevdem de li Enqerê hatin binçavkirin.”
Her çend tê zanîn ku Tuncay Sonel, Şukru Eroğlu, û Gokhan Ertok girtî ne jî, balkêş e ku dozger fermana ji nû ve pêvajoya binçavgirtina wan daye.