Di doza Şenyaşar de 4 kes hatin girtin

Li Rihayê ji 11 kesên ku birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê Wekîlê AKP’ê Celal Yildiz jî di nav wan de bû, duh hatibûn binçavkirin 4 ji wan hatin girtin.

Riha – Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de di encama êrîşa li ser cihê kar ê malbata Şenyaşar û êrîşên li nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji malbata Şenyaşar sê kes hatibûn qetilkirin û du kes hatibû birîndarkirin. Derbarê mijarê de ji 11 kesên ku beriya rojekê hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin girtin.

Celal Yildiz ê birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê Wekîlê AKP’ê, biraziyê wî Osman Şah Yildiz, Şegsin Yildiz (biraziyê wekîl, xebatkarê şaredariyê), Mustafa Amaç (şêwirmedê wekîl), Îbrahim Şimşek (xizmê wî), Mikail Şîmşek û Osman Yildiz jî di nav de 11 kes sewqî edliyeya Rihayê hatibûn kiribûn.

Ji 11 kesên ku lêpirsîna wan hat kirin Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz hatin berdan, 9 kes jî bi sûcên ‘kuştin’ û ‘reşkirina delîlan’ bi daxwaza girtinê sewqî Dozgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Celal Yildiz, Mîkaîl Şîmşek, Muslum Yildiz, Îbrahîm Şîmşek hatin girtin, 5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.