Di derbarê rojnamevan Zeynep Durgut de lêpirsîn
Bi îdiaya "pesindayina sûc û sûdar" li Nûçegîhana MA'yê Zeynep Durgut doz hat vekirin.
Navenda Nûçeyan – Ji ber şopandina nûçeyê lêpirsîn li nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) yê Zeynep Dûrgût hat vekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê di 1’ê Tîrmehê de ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) bernameyeke bîranînê li dar xistibû. Miduriyeta Polîsan a Cîzirê, di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta bernameya bîranînê şopandibû bi îdiaya "pesindayîna sûc û sûcdar" lê hatiye vekirin de rojnamevan Zeynep Dûrgût vexwend îfadeyê.
Zeynep, di îfadeya xwe de diyar kir ku bi xebatên rojnamegeriyê tê sûcdarkirin û sûcdariyên der barê xwe de red kir. Piştî îfadeyê Zeynepê, ji Miduriyeta Polîsan a Cizîrê derket.