‘Di dawî de wê têkoşîna jinan Talîbanê hilweşîne’

Shahla Vasil bertek nîşanî posterên ku Talîbanê di roja navnetewî ya xwendinê de daliqandî da û got: “Talîban dixwaze xwe ji sûcên li dijî jinan pêkanîn paqij bike. Wê di dawî de têkoşîna me jinan rê li ber hilweşîna Talîbanê veke.”

BAHAÎN LEHÎB

Kabul- Ji roja Talîbanê rêveberiya Efganistanê xistî bin kontrola xwe heta niha qedexe û zextên li dijî jin û zarokên keç her roja ku diçe zêde dibe. Li Efganistanê binpêkirinên mafan li bermaberî jinan ji perwerdê bigre heta jiyana kar li her qadê tê jiyîn. Talîban di roja 8’ê Îlonê Roja Navnetewî ya Xwendinê de li gelek xalên bajêr poster daliqand û hewl didin nîşan bidin ku li gel zanist û xwendinê ne. Armanca Talîban ewe ku civaka cihanê bixapîne û li welat zextên xwe li dijî jinan berdewam û zêde dike.

Di nava 20 salên dawî de ji bo perwerdeya Efganistanê bi milyonan dolar hat, pareyên ku ji bo sektora perwerdê were xerckirin, ji aliyê ên ku welat birêve dibin ve hate revandin. Rayedar di heman demê de bi dibîstan û mamostayên xeyalî civaka cîhanê xapand.

Ji bo zarokên li herêma min fêrî xwendinê bibin ez bûm alîkar’

Der barê mijarê de Shahla Vasîl a Efganî wiha got: “Dema ku Talîbanê kontrola Efgansitanê xist destê xwe de ez diçûm pola 10’an. Ji bo ez xwe ji zewaca bi zorê bi yek yên Talîbanê re rizgar bikim, neçar mam bi xizmek xwe yê nêzîk re bi zewicim. Ez li Logar jiyan dikim û endamek yê Talîban li nêzî mala me dirûnişt. Ji bo ez li gel wî bizewicim zorî li malbata min dikir û di heman demê de du hevjînê wî hebû. Malbata min ji bo ez rizgar bikim ez bi pismamê min re zewicandim. Ger rewşek wiha nebûye ez ewqas zû ne dizewicîm. Armanca min ew bû ku ez perwerdeya xwe bidomînim û li herêma min bi jin û zarokên keç ên ku xwendin û nivîsandinê nizanin û her roj rastî tundiyê tên bibim alîkar.”

‘Wê têkoşîna jinê Talîbanê hilweşîne’

Shahla Vasil diyarkir ku piştî ku zewicî ji perwerdeyê bê par maye û wiha got: “Lê belê ez bêdeng nebûm û bi jin û zarokên ku li herêma min di mijara xwendin û nivîsandinê de ez  bûm alîkar. Li bajarê Efganistanê dema ku min posterên propaganda yên Talîbanê dît ez matmayî mam. Talîbanê bi van nêzîkatiyên xwe dixwaze xwe ji sûcên ku li dijî jinan pêkanî paqij bike. Hinek kes bi reklamên Talîbanê dixapin. Lê belê jinên zana ên Efganistanê tu tucaran teslîmî demagogên wan nebûne. Herî dawî wê têkoşîna me ya jinê rê li ber hilweşîna Talîban veke.”