Di dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de roja 27’emîn

Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di roja xwe ya 27’an de berdewam dike. Her ku Rûsya êrîşên xwe zêde dike, bombebarana li Ukraynayê berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Ji aliyê artêşa Rûsyayê ve saetên şevê bi moşekan û balafirên şer êrîş li dijî bajarên Xarkov, Rivne û Makiivka yên Ukraynayê hat pêkanîn.

Rûsya ku bi girani êrîşên li ser paytexta Ukraynayê Kîevê pêk tîne, îşev bi moşek û balafirên şer êrîşî bajarên Harkov, Rivne û Makivka kir. Nûçeya ewil a êrîşê ji Herêma Rivneyê hat.

Serokê Îdareya Herêma Rivneyê Vitaliy Koval li ser hesabê xwe yê medyayê got; “Çekên me li hember 3 fuzeyan li ber xwe dan. Lê ji ber fuzeya 4’emîn agahiyên têkildarî windahî, zirar û birîndarên sivîl zelal dibe.” Li bajarê Makivka yê Herêma Donbas a Ukraynayê jî bi roketan êrîş hat kirin. Heya niha tu agahî nehatiye girtin ku êrîşen tên kirin li ser êrîşên navendên leşkerî yan cihên sivîlan tên kirin. Hat hînbûn ku li bajarê Slovyanskê yê Donetskê jî êrîşên bi roketan hatine kirin.

Li Xarkovê êrîş

Xarkov jî yek ji herêmên ku herî zêde dibe hedefa êrîşan e. Îşev dîsa hem bi balafirên şer hem jî bi fuzeyan êrîşê Xarkovê hat kirin. Dema êrîşên li Xarkovê hê jî didomin, di çapemeniya herêmî de agahî hatin belavkirin ku fuze li hin cihên niştecihbûnê ketine û windahiyên sivîl jî hene.

Mariupol li ber xwe dide

Bajarê ku Rûsyayê herî zêde êrîşên xwe lê zêde kir Mariupol e ku li peravên Behra Reş cih digre. Bajar bi rojan e di bin dorpêça Rûsyayê de ye û lêdana bi çekên giran berdewam dikin. Mariupol wêran bûye. Sivîlên ku nikarin ji bajêr derkevin bi hefteyan di stargehan de dijîn. Tevî ku hat diyarkirin ji bo tehliyekirina sivîlan agirbest hatiye ragihandin jî rastî li vir tehliye pêk nehatine. Rêveberiya Moskovayê ji bo Mariupolê ku ev demeke dirêj e nikaribû bi temamî bigre, ji bo ku rêveberên herêmî ji bajêr derkevin û leşker jî çekan deynin dem daye. Rêveberiya Kîevê bi peyama ku ew ê şer bikin bersiv da. Ukrayna bi rojan e li Mariûpolê li dijî Rûsyayê li ber xwe dide.

Rêveberiya awerte berdewam dike

Rêveberiya Ukraynayê pêvajoya derbasbûna qanûna leşkerî ya li welat meheke din dirêj kir. Qedexeya derketina derve ya li Kîevê hat ragihandin dê heta 23’ê Adarê saet 07:00’an berdewam bike. Li gel şert û mercên dijwar û êrîşan jî veguhestina sivîlan a bi korîdorên mirovî didome. Rûsya û Ukrayna hev bi gulebarankirina konvoyan li korîdorên mirovî û rehîngirtina sivîlan tawanbar dikin.

“Îro zêdetirî 8 hezar sivîl hatin tehliyekirin”

Alîkara Serokwezîra Ukraynayê Irina Vereşuk daxuyanî da û diyar kir ku îro bi giştî zêdetirî 8 hezar sivîl hatine tehliyekirin û wiha axivî: "Îro ji 8 korîdorên alîkariyê yên mirovî yên ku li ser li hev kiribûn 7 jê çalak bûn û bi tevahî 8 hezar û 57 kes hatin rizgarkirin. Îro 26 otobus gihîştin bajarê Berdyanskê. Mixabin astengiyên leşkerên dagirker ên li nuqteyên kontrolê yên li ser riya Mariupolê, nahêlin otobus bi lez bigihîjin cihên ku gel lê kom dibe. Sibê saet di navbera 09:00-11:00 de wê ji bajarê Berdyanskê, Mangûş, gundê Melekino û gundê Nîkolskoye tehliyekirin pêkwere. Li ser rêgeh, 27 otobusên din ên mezin dê ji bajarê Zaporozhye bêne şandin. Sibê ji bo ku niştecihên Mariupolê bikaribin bêpere benzîna ​​wesayîdên xwe tijî bikin dê sotemeniya zêde radestî Berdyanskê were kirin."

Rûsyayê destûr neda derbasbûnê

Îrîna Vereşuk, da zanîn ku ji 1 korîdora mirovî ya li Herêma Kîev a Ukraynayê derketin pêk nehat û wiha got: “Li herêma Kîevê, ji gundê Velyka Dymerkayê yê li ser riya Brovaryê zêdeyî 4 hezar û 370 kes hatin tehliyekirin. Tehliyekirin bi otobusên koçkirinê û her wiha gelek wesayîdên taybet pêk hat. Di rê de 380 kes ji Buça û Vorzelê hatin tehliyekirin. Ji gundê Kozarovichi ber bi bajarê Vîşhorodê ve tehliyekirin pêk nehat. Dagirkeran gulebaran kirin û nehiştin gel biçe.”

DSO: 52 êrîş hatin kirin

Li dijî saziyên tenduristiyê yên Ukraynayê 6 êrîşên din pêk hatin. DSO got ku ji 25 rojên borî yên ku dema Rûsyayê şer li dijî Ukraynayê ragihandiye ve 52 êrîşên piştrastkirî li ser karûbarên tenduristiyê hatine kirin. Ji aliyê rêxistinê ve li ser twiter re ev parvekirin hat kirin: "Ev nayê qebûlkirin. Divê tenduristî her tim bê parastin.”

Nîvê sivîlên ku reviyane zarok in

Komîserê Koçberiyê yê Yekitiya Ewropayê duh hişyarî da ku zarokên Ukraynayî ji ber şerê Rûsyayê dest pê kiriye, welatê xwe diterikînin di bin metirsiya bazirganiya mirov de ne. Li Estonyayê Ylva Johansson di civîneke çapemeniyê de got; “Ji 3,3 milyon Ukrayniyên ku ji destpêka şer û vir ve xwe spartine welatên Yekitiya Ewropayê, hema nîvê wan zarok in. Li Ukraynayê hejmareke zêde ya zarokên sêwî û zarokên ku ji dayikên cîgir hatine dinyayê hene ku ji aliyê dê û bavên wan ve nayên girtin. Vê yekê metirsiya bûyîna mexdûrê revandinê yan jî bi darê zorê ji xwe re kirin zarok zêde bû.”