Di dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de roja 24’emîn
Di roja 24’an de dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dewam dike. Sivîl hewil didin ji qadên di bin êrîşan de ne derdikevin.
Navenda Nûçeyan - Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di roja xwe ya 24'an de berdewam dike. Ji herêmê nûçeyên ku pevçûnên germ zêdebûne tên. Dema ku hat gotin Rûsye sivîlan hedef digre, sûcên şer dike, vê carê jî bombe li bazara Barabashovo ya bajarê Harkivê barand. Valekirina sivîlan bi rêya korîdorên mirovî yên hatine vekirîn didome.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy şeva borî li ser xebatên derxistina sivîlan ji bajarên dibin êrîşên Rûsyayê dene daxuyanî da û got, “Îro li Ukraynayê 7 korîdor hebûn. Li herêma Sûmî 6 û li Herêma Donetsk jî 1 korîdorên mirovî hebûn. Zêdetirî 9 hezar kes ji dorpêçkirina Mariupolê hatin tehliyekirin. Bi giştî zêdetirî 180 hezar Ukraynayî bi rêya korîdorên mirovahî hatin rizgarkirin.” Zelensky di axaftina xwe de careke din bal kişand ser girîngiya gotûbêjan.
Ji bo sivîl bikarin ji nava êrîşan derkevin agirbest
Waliyê Herêmê yê Luhanskê ya Ukraynayê ragihand ku îro ji bo tehliyekirina sivîlan korîdora mirovî tê vekirin û li gorî saeta Kîevê ji 09:00’an şûnde (TSİ 10:00) li ser rejima bêdengiyê (agirbest) li hev kirine. Rayedarên fermî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku di 24 saetên dawî de 9 hezar û 144 kes bi rêya korîdoran hatine tehliyekirin û hat tesbîtkirin ku 4 hezar û 972 kes ku 1124 jê zarok in ji Mariupolê koçî bajarê Zaporizhiyayê kirine. Her wiha hat parvekirin ku ji bajarê Sûmiyê 4 hezar û 172 kes hatine tehliyekirin.
Sivîl tên qetilkirin
Rûsya wêrankirina deverên niştecihbûnê didomîne. Hate diyarkirin ku heta niha 190 ji wan zarok in 780 sivîl jiyana xwe ji dest dane, lê hejmara rast yên ku têne diyarkirin gelek zêdetir in. Ji sedî 90’ê Mariupolê ku bendera bajarê wêran bû. Li Mariupol, Kîev û Harkovê, Rûsan nexweşxane û dibistan jî di nav de agir berdan hemû cih yan.
Alîkariyên mirovî tên astengkirin
Di daxuyaniyekê de Neteweyên Yekbûyî ragihand ku konvoyna alîkariyên mirovî gihiştine Ukraynayê û diyar kiribû ku konvoyna alîkariya bi ewle bi saya diyalogên serkeftî yên bi Wezareta Parastinê ya Ukraynayê û Federasyona Rûsyayê re derbasbûna hatiye pêkanîn. Lê da diyarkirin ku alîkarî ji aliyê hêzên Rûsyayê ve tên astengkirin. Li Ukraynayê bi hezaran sivîl hîna jî hewl didin ku di rawestgehan de jiyana xwe bidomînin. Hat destnîşankirin ku bi taybetî hewcedariya sivîlan bi xwarin, ava paqij û kincên paqij heye.