Di dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de roja 18’emîn
Di êrîşên dagirkiriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de li ber çavên hemû cîhanê trajediyeke mirovî diqewime. Li Mariupolê di 12 rojan de hezar û 582 sivîl mirin.
Navenda Nûçeyan – Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di roja xwe ya 18’emîn de didome. Dema ku tê diyar kirin Rûsya bajarên nû yên li Ukraynayê hedef digre, tê destnîşankirin ku li Kîevê her kêlî dibe ku pevçûnên li kolanan ên germ rû bidin. Derxistina sivîlan ji herêmên pevçûn li wan hene hê jî cihê nîqaşê ye. Tevî ku li hin deveran sivîl dikarin bên tehliyekirin jî tê tomarkirin ku li hin bajaaên Rûsya tevî agirbestê jî êrîşên xwe didomîne.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy got ku korîdorên mirovî yên roja şemiyê hatin ragihandin bi kêr hatin û bi riya wan bi hezaran kes sûdê digrin.
13 hezar Sivîl hatin tehliyekirin
Cîgira serokwezîra Ukraynayê Irina Vereşuk jî diyar kir ku roja şemiyê bi riya korîdorên mirovî yên li bajaran hatin vekirin nêzî 13 hezar Ukraynayî ber bi herêmên ewle ve hatine tehliyekirin. Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku ji 14 korîdorên mirovî yên tê payîn roja şemiyê bên vekirin 9 dikarin bên bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku roja Înê 7 hezar kes hatine tehliyekirin û hejmar ji 13 hezaran derbas ketiye. Hat diyarkirin ku roja şêmiyê korîdorên mirovî yên li Sûmî, Krasnopolye, Pisarevka, Konotop, Lebedîn, Bucha, Gostomel, Nemîşaevê dixebitin û ji van riyan jî tehliye tên kirin. Tehliyeyên ji Energodar, Îrpen, Vorzel, Kozarovich û Borodyanka ji aliyê artêşa Rûsî ve hatin astengkirin.
Li Mariupolê di 12 rojan de hezar û 582 sivîl mirin
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba diyar kir ku di 12 rojan de di êrîşên artêşa Rûsyayê yên li ser bajarê Mariupolê de hezar û 582 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Leşkerên Rûsyayê Mariupol dorpêç kirin û li gorî agahiyên ji wir hatin girtin, sivîl hatin bombebarankirin. Hat tomarkirin ku li bajar bi gotina "Di Marîupola dorpêçkirî de niha karesata mirovahî yên herî xirab li ser rûyê erdê diqewimin" tê fêm dibe ku kesên mirine di gorên komî de hatine definkirin.
Gotûbêj bi serhêl tên kirin
Gotûbêjên ku ji bo agirbesta di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêk werin tên kirin berdewam dikin. Hat ragihandin ku gotûbêj bi awayî serhêl berdewam dikin. Heyet weke berê ji aliyê Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Vladimir Medinskiy ve tê birêvebirin. Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Mikhail Podolyak li ser hesabê xwe yê medyayê daxuyanî da û got; "Êdî hevdîtinên bi heyeta Rûsyayê re bi formata vîdyoyê bênavber berdewam dikin." Hat diyarkirin ku der barê gotûbêjan de komên xebatê yên taybet jî hatine avakirin.