Di ceribandina Rojava de jina Kurd û perspektîfa Netewa Demokratîk
Kezî, nûnertiya dîroka jina Kurd û îradeya qutnebûna di zextên tundî û şer de dike. Ji ber vê, ne bireserek girtî ye, îşaret bi nasnameya berxwedanê ku di navenda vegerê de ji nûve şekil digre dike, vegerand wateya azadiyê.
HÎDAYA EL-BASRÎ
Sûdan- Têkoşîna jinê, wek ceribandina azadiyê di demek herî tarî de li herêmê bi awayek bêhempa derket holê. Pirsa azadiyê, ji derveyî şoreşê û qalibên dewletê ji nû ve anî rojevê. Di dema dîrokî ya binketinên leşkerî û şikestinên ehlaqî bûne yek, bi taybetî di dinyaya Ereb û Îslamê de li ber lihevkirina şoreşan qelibî de, wek hewldana ji nû ve pênasekirina wateya ceribandina têkoşîna Kurd ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket pêş. Ev pêvajo, ne beşek demkî ji kaosa şerê Sûriyeyê, an jî tevgerek teng di daxwazên neteweyî de asê mayî bû.
Ceribandina Rojava modelek cûda ya têkoşînê pêşkêş kir
Projeya aştiyê ya bi hişmendî mantiqê hişk ê netewe-dewlet derbas dike û hewl dide siyasetê ji nû ve vegerîne zemîna etîk û civakî bû. Her wiha di dinyaya Ereb de, hilweşandina şoreşan a bi leşkerî û şerên navxweyî, di mînaka Sûdanê de hate dîtin. Ceribandina Rojava modelek cûda ya têkoşînê pêşkêş kir. Modelek ku azadiyê tenê bi hilweşîna desthilatê ve girênade, edaletê piştî serkeftinê taloq nake û rizgariya neteweyî ji rizgariya civak-mirov cûda nake ye. Ji ber vê şoreşa li Rojava, ne tenê rêvebirina pevçûnan, wek pêvajoya avakirina hemû jiyanê girt dest.
Ev têkoşîn, nîşan dide ku azadî ne tenê bi qadên kontrolê re ye
Ev nêzîkatî ji fikrê neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan îlham girt. Wek çavkaniya ku li cihê dewletê, rewabûna civakê bi xwe û serwerî tê bicihkirin. Girîngiya ezmûna Rojava ji îdiaya wê ya bêkêmahî an nebûna nakokiyan nayê. Ji wêrekiya wê ya ji bo şikandina pêşbîniyên bingehîn tê. Pêşbîniyên wekî navendîbûna dewletê, yekdestdariya mêran a li ser çekan û biryardayînê û têgihîştina xelet a ku azadî bêyî guhertina avahiyên civakî mimkun e. Ev têkoşîn, nîşan dide ku azadî ne tenê bi qadên kontrolê re ye, bi kapasîteya mirovan a rêvebirina karên xwe, naskirina hev û şoreşê di asta vegerandina pratîka etîk a rojane de ye.
Ji nû ve avakirina rêya Kurd
Ji 2011’an heta niha, tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî jiyîn, ne tenê vegera îdarî ye, projeyek tevlîhev a azadiyê bû jî. Ji krîzên dîrokî derket. Di şoreşê de derbasbûna ceribandina Xwerêveberiyê, ne vegerek ku valatiya ewlehiyê ferz kiriye, wek tercîhek siyasî, fikirandin û bi zanebûn derket holê. Ev di hatina ba hev ya sê krîzên dîrokê de şekil girt:
*Di nava dewleta Sûriyeyê de, Kurd wek netewekê hatin dûrxistin,
*Ji ber şoreş û şer hilweşîna serweriya navendî,
*Mîsogernebûna dewletên navend Ereb a ji bo çarçoveyek pirrengî û baweriyan
Di vî alî de, Kurdan li cihê diruşmeya avakirina dewletek neteweyî, modelek Xwerêveberiyê ku xwe dispêre wekheviya zayendî, pir netew, demokratîk û ne navendî pêşkêş kir. Ev bijarteyek li gorî rexneya Ocalan a dewletê ye. Nîşan dide ku li cihê dewleta ku pergalek dîrokî ku tundî û dûrxistinê ji nû ve hildiberîne, modela Neteweya Demokratîk ku xwe dispêre civaka exlaqî polîtîk, demokrasiya esasî û azadiya jinê pêşkêş kir.
Bi vê nêzîkatiyê, Xwerêveberî, divê tenê wek pergelek peralel a dewletê neyê zanîn, berovajî wê divê wek hewldanek ku siyasetê ji serî heta binî ji nûve ava dike were dîtin. Ev jî bi rêya Komîn û meclîsên xwecihî, hewldana navenda biryaran ji elîtan bighîne civakê ye. Ev rê tevî ku şikestiye, bi mantiqê serweriya ji jor ferz dike, di aliyê agahiyan de veqetînek ava kiriye û hewl daye şoreşê tenê ji bûyerek siyasî vegerîne pratîka rojane a civakî û etîk, digre nava xwe.
Jina Kurd: Ji kêleka têkoşînê ber bi dilê têkoşînê ve
Jina Kurd di ceribandina Rojava de, di cihê navendî de ye, ne wek aktorek alîkar û figurek sembolîk, wek kevirê bingehîn ê siyaset, civak û têkoşînê ji nû ve pênase dike tê dîtin. Ev ceribandin, rewşa marjînalkirina jinê ya di aliyê dîrokî de, hem di pergala mêrsalar û hem jî ji aliyê netew-dewlet ve, anî cihê aktorek bi bandor, parêzvan û wateya şoreşê ji nû ve teşe girt.
Hebûna jinan di qada şer û mekanîzmayên biryardayînê de, rolek krîtîk lîst
Ev veger, di avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de aşkera tê dîtin. Ev Yekîne ne tenê pergalek leşkerî ya paralel e, di heman demê de îfadeya hilberîna gotina azadkirina hişmendiya derbarê rola nû ya jinê ya di parastina civakê û cota mexdur-rizgarî ya ku derbas kirî ye. Hebûna jinan di qada şer û mekanîzmayên biryardayînê de, di rastkirina têkiliyên klîşe yên derbarê zayendî, girêdana azadiya neteweyî, azadiya civakî û mirovî de rolek krîtîk lîst.
Îlhama xwe ji projeya azadiya rast, azadiyê jinê ya Abdullah Ocalan girtiye
Her wiha di asta siyasî û îdarî de, pergala hevserokatî, mekanîzmayek têkel a li ser desthilatiya mêr şikandî ava kir. Bi vî awayî beşdariya wekhev a jin û mêr, ne tenê pêkanînek baş a zagonî yan jî bi formalîte ye, ew bû şertên pergalî ya xebatên siyasî. Ceribandina Saziyên jinan, Kongra Star, Meclîsên jinan û Gundê Jinwar, di ji nû ve avakirina dilsoziya di nava siyasî û rojane ya taybet û giştî de diyarker e. Di vî alî de, ev yek îlhama xwe ji projeya azadiya rast, azadiyê jinê ya Abdullah Ocalan girtiye. Li gorî Ocalan zextên li ser jinan, kedxwariya awayê herî kevn e û şikandina vê yekê, awayên serdestiyên din, ji bo çareseriyê hewldanek zor e. Ji ber vê şoreşa jinê, ne encama pêvajoya Netweya Demokratîk e, ruhê etîk ê kûr û şerên parastinê ye.
Wek polîtîka, wateya Kezî
Di ceribandina Kurd de Kezî, tenê wateyek sembolîk û çandî hilnagire, di heman demê de çîroka berxwedan û nasnameyê, polîtîkayek çandî ya kurtasiya ji nû ve xwedîderketina beden û wateyê ye. Kezî, di aliyê zextê de, wek îşaretek jinan ku divê demek dirêj bê şikandin hate hedefgirtin. Li vê derê çalakiya têkoşînek bêdeng û wek siyaseta wateyê ku gotinên rasterast derbas dike, ji nû ve wate qezenc dike.
Kezî, nûnertiya dîroka jina Kurd û îradeya qutnebûna di zextên tundî û şer de dike. Ji ber vê, ne bireserek girtî ye, îşaret bi nasnameya berxwedanê ku di navenda vegerê de ji nûve şekil digre dike, vegerand wateya azadiyê. Wek ku Ocalan pênase kirî, bi ‘şoreşa zîhnetê’ re guncaw e. Li vê derê guherînên çandî, wek şertên pêş yên guherîna siyasî tê dîtin, ne encamek ku piştre derketî holê ye.
Bi kurtasî, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yek ji şoreşên civakî û polîtîk ku li herêmê wek wê nehatî dîtin jiya. Jinên Kurd ne xemla vê şoreşê ye, bûye marîpişt. Kezî ne tenê hûrgiliyek estetîk e, bîra berxwedanê ye jî. Li vê derê di vê tevgerê de, kezî dikare wek zimanek alternatîf a polîtîk were xwendin. Dema axaftin û daxuyanî kêm dimînin diaxive û astek hem estetîk hem jî etîk bi şoreşê dide qezenckirin.
Peymana dawî
Peymana ku di 29’ê Çileya 2026’an de hatî ragihandin, di dema zextên neteweyî û nevneteweyî zêde de, bi hewldana ji nûve sazûmaniya hevsengiyên hêzê û kontrolkirina ceribandinên ne li gorî modela keveneşop a dewletê derket holê. Di vî alî de lihevkirin, ne wek serkeftinek bi serê xwe û paşvekişîn, wek kêliya ezmûna rast a ceribandina Rojava û testkirina kapasîteya parastina destekftiyan divê bê xwendin.
Ceribandina Xwerêveberiyê bi pergala komînal ku ji jêr ve ava dike
Li hemberî vê, di pêvajoya şoreşa Sûriyeyê de, ger beramberî qadek ku leşkerkirî û bi mantiqê rayedarên derve lê serdest were, ceribandina Xwerêveberiyê bi pergala komînal ku ji jêr ve ava dike û hewldana parastina civakê derketiye holê. Li gorî mantiqa lihevkirinê, li ser sînordarkirina nûnertiya aktorên siyasî û marjînalkirina pergala civakî ya bingehê Neteweya Demokratîk ava dike ye. Li vê derê ev pirs derdikeve holê: Ceribandina lihevkirinê, hewl da dewlet an jî otorîterên demkî bike çarçoveyê, projeya Neteweya Demokratîk hedef dike ku vê çarçoveyê derbas bike, lê nekeve veqetandina xeletiyê. Ji ber vê, behsa rast ne tenê metna lihevkirinê ye, parastina destkeftiyên civakê bi taybetî yên jinan û kapasîteya astengkirina valakirina bingehê azadiya ceribandinê ye.
Di peymanê de, xala parastina xweseriya herêmên Kurdan cih digre
Dema peymana dawî hatî xwendin, bi eşkere hate dîtin ku binketinek siyasî an jî serkeftinek dawî tune, li cihê vê pêvajoya ji nû ve bicihbûna neçar a ferzkirina hevsengiyên hêzê heye. Ji ber vê Xweseriya herêmên Kurdan û parastina destkeftiyên têkoşîna Kurd, xwedî girîgiyek jiyanî ye. Ji ber ev nûnertiya herî krîtîk a têgîna lihevkirinê dikir. Di peymanê de, xala parastina xweseriya herêmên Kurdan cih digre. Li gorî vê ev îfade, madeya herî girîng a di peymanê de hatî nivîsandin e. Ji ber ev, naskirina pratîk a îdarî û siyasî ku bi fermî nehatî îlankirin ava dike. Bi vî awayî ev xal ger ne federe be jî, ji bo xweseriyek rast derî vedike û di heman demê de ji bo pêşketina projeya Kurd di pêşerojê de jî derî vekirî dihêle. Bi awayek siyasî jî rêbertiya Kurd, li cihê bi temamî tasfiyekirina projeyê, pêşîlêgirtina hilweşînan tercîh kir. Ev jî bi daxuyaniyê Mazlum Ebdî tê piştrastkirin. Bi îfadeya ku “Me hemû tiştên dixwest bi dest nexist, lê belê me pêşî li ya xirabtir girt. Me bingehê projeya Kurd parast. Têkoşîn bi dawî nebûye, lê belê awayê wê hate guhertin. Ji bo hedefên şoreşê emê têkoşîna xwe bidomînin” balê dikşîne ser vê yekê. Ev ne gotinek asan e, îlana derbasbûna ji şoreşa bi çek a gihana qonaxa têkoşîna siyasî ye.
Zordarî hedef dike ku çand û kokên civakê perçe bike
Ji ber vê, peyman, pêkanîna agirbestê û gavên vegera welatiyan li herêmên xwe digre nava xwe. Ango, ev ne lihevkirinek dawî ya lihevkirina neçarî ya siyasî û ewlehiyê ye. Ji ber vê divê tiştê were kirin, di siyaseta projeya Neteweya Demokratîk a Ocalan de, çeperek berfireh ku partiyên siyasî û ciwanên bajar digre nava xwe were avakirin û derbasî têkoşîna siyasî bibin e. Armanc, têkbirina projeyên ku gefê li yekîtiya xaka Sûriyeyê dixwin e. Di heman demê de divê gelê Sûriyeyê yê li di lêgerîna jiyana bi ewle û demokrasiyê de ne, bibin yek. Ceribandina Rojava, bandora wê ya li ser pêvajoya Xwerêveberiyê û jina Kurd, nîşan da ku şoreşek ku xwe nespêre zoriyê jî gengaz e. Di heman demê de zordarî hedef dike ku çand û kokên civakê perçe bike. Sedemê vê jî, li ser baweriya bi qasî hêza vê şoreşê, bi qasî mudaxaleya siyasî jî veberhênan li exlaqê jî kiriye.
Wateya şoreşê dikare di çarçoveya muzakereyan de were parastin?
Ji ber vê di demên hesas ên lihevkirinê de, pirsên tên pirsîn hê derbasdar in: Wateya şoreşê dikare di çarçoveya muzakereyan de were parastin? Li vê derê em vê dibêjin. Ceribandina Kurd bersivek amade pêşkêş nake, lê belê alternatîfek rast pêşkêş dike. Berxwedana rast bi tenê jiyankirinê nayê pîvan, bi serxistina vegera bingehê tê pîvan. Di vê xalê de, jinên Kurd, bi saya yekîtî û rêxistinê, garantiya herî saxlem a vê asoyê û parêzvanên exlaqê berxwedanê ne, divê wan wek hêza li dijî hewldanên valekirin û dorpêçê bibînin.
*Akademîsyen û Lêkolînera Sûdanê