Di çalakiyên Hindistanê de dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

Protesto û çalakiyên li dijî tecawiza li beramberî bijîjka stajyer û qetilkirina wê, berdewam dike. Şevê din bi hezaran jinên Hindistanê di xwepêşandanên lidarxistin de sembola jinên serhildêr pankarta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rakirin.

Navenda Nûçeyan- Beriya hefteyekê li eyaleta Rojavayê Bengal a Hindistanê bijîjkek jin a stajyer rastî tecawuzê hat piştre hate qetilkirin. Bijîjka stajyer ya 31 salî di odeya semînerê ya nexweşxaneyek ya dewletê de di nava birînan û nîvî tazî hatibû dîtin. Piştî qetilkirina bijîjka 31 salî li seranserê welat çalakiyên mezin hatin destpêkirin û ev çalakî berdewam dikin.

Di çarçoveya çalakiyên li dijî qetilkirina bijîjka 31 salî de, duh bi şev bi hezaran jinên Hindistanê li qadan bûn. Di dîmenên ku li ser medya dijîtal hatîn belavkirin de, jinên ku bi qêrîna ‘edaletê’ daketîn qadan pankarta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bûye sembola têkoşîna hemû jinên cîhanê, hate rakirin.

Hêjayî gotinêye ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû sembola serhildana gelê li Îranê. Piştre di nava demek kurt de, dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belavî tevahî cîhanê bû û wek dirûşmeyek navneteweyî lê hat.