Di bombebarana li Yemenê de gelek kes mirin û birîndar bûn

Di bombebarana herî berfireh a Îsraîlê li ser paytext Sanayê de bi dehan teqînên bi şîdet çêbûn û bû sedema mirin û birîndarbûna gelek sivîlan.

Navenda Nûçeyan – Li herêmên cuda yên Yemenê di bombebarana Îsraîlê de gelek kes mirin û zirarên madî çêbûn. Van êrîşan piştî êrîşa Hûsiyan a li ser bajarê Elîatê çêbûn.

Şeva 25’ê Îlonê, di êrîşa hewayî Îsraîlê, li ser peytexta Yemen Sanayê de, 9 kes mirin, zêdetirî  170 kes jî birîndar bûn. Rojek piştî êrîşa Hûsiyan a bi balafira bêmirov li ser bajarê Elîat ê li başûrê Îsraîlê, vê êrîşê çêbû.

Di bombebaranê de li santrala cereyanê û gelek taxên niştecihan, zirarên mezin çêbûn, gelek avahî hilweşiyan.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku êrîşa li ser Sanayê ji aliyê 20 balafiran ve hatiye kirin û 65 fuze hatine avêtin. Hat diyarkirin ku ji dema Îsraîlê dest bi êrîşên li dijî Yemenê kiriye ve heta niha ev êrîş herî mezin li dijî Yemenê ye.