Di 6 mehan de 53 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên Meclisa Tenduristya Karker û Ewlehiya Kar a 6 mehên ewil ên sala 2022’an 842 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Li gorî danayên Meclisa Tenduristya Karker û Ewlehiya Kar (ISIG), di meha Çile de 120, di meha Sibatê de 109, di meha Adarê de 121, di meha Nîsanê de 129, di meha Gulanê de 176 û di meha Hezîranê de 187 karker, di cînayeta de kar de jiyana xwe ji dest dan.
Ji kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane 53 jin û 789 jî karkerên mêr in. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 5 jê zarok in; 17 jê di kategoriya zarok/ciwanan de hatin hesibandin.
Di 6 mehên ewil ên sala 2022’an de, di cînayetên kar de herî zêde mirin di sektora înşaetê de hat jiyîn, piştî vê yekê karsaziya çandinî û veguhestinê hat. Serwîs û qezayên trafîkê, perçiqandin û hilweşînê, qadên bilind ketin di nav sedemên ewil yên mirin de cih girt. Li aliyê din ji karkeran 48 jê penaber bûn.
Di şeş mehên ewil ên sala 2022’an de, kesên di cînayetên kar de mirine 26 ji wan (ji sedî 3,08) wek karkerên sendîkayî, 816 (ji sedî 96,92) jî wek karkerên ne sendîkayî derbasê qeydan bûn.