Di 5 salên dawî de 131 hezar zarok hat zewicandin!

Li gor daneyên Navenda Statîstîkên Îranê, di 5 salên dawiyê de 131 hezar zarokên di bin 15 salî de, hatine zewicandin.

Navenda Nûçeyan – Bi taybetî li welatên Rojhilata Navîn zarokên keç bêyî ku bigihin 18 saliyê tên zewicandin. Zarokên ku bi darê zorê di temenek biçûk de tên zewicandin, bê ku xwe û jiyanê nas bikin, di bin barekî giran de tên hiştin.

Qedexe ye, lê nayê pêkanîn

 Yek ji welatên ku zewaca temenê biçuk bi awayekê zêde tê jiyîn, Îran e. Li Îranê emrê zewaca zarokên keç ên di bin 15 salî de qedexe ye. Ji bo xortan jî ev emir weke 18 salî hatiye diyarkirin. Li gor raporên Navenda Statîstîkên Îranê rûxmê ku emrê reşîtbûnê ewqas kêm e jî, li Îranê di nav 5 salên dawiyê de 131 hezar zarokên di bin 15 salî de hatine zewicandin.