Di 26’emîn salvegera komployê de: Abdullah Ocalan ji bo gelan hêvî ye
Di 15’ê Sibata 1999'an de Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ji wê salê ve heta niha di bin mercên zor de ye, tevî polîtîkayên tecrîdê, hê jî ji bo gelan hêvî ye.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-510-jpg2c0db5-image.jpg)
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê çareseriya meseleya Kurd bi salan e di rojevê de ye. Ji ber aliyê dîrokî yê meseleyê, ji aliyekî ve jî aliyên wê yên herêmî, di pêşxistina polîtîkayên hundir û derve de xwedî roleke krîtîk e. Di van çend mehên dawî de, pêşketinên ku çêbûn, bi taybetî hevdîtinên ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a li Îmraliyê çêbûn û li ser wan hevdîtinan daxuyaniyên ku hatin dayîn, ji bo çareseriya meseleyê hêviyê çêkir lê di heman demê de hinek fikaran jî bi xwe re anî.
Ji ber ku meseleya Kurd çareser nebû, li welat, di warê aborî, siyasî û gelek warên din de li pêşiya maf û azadiyê bû astengî û pêşketin çênebû. Li Tirkiyeyê herî dawî di 1’ê Cotmeha 2024’an de piştî vebûna meclisê, careke din ji bo çareserkirina meseleyê nîqaşan dest pê kir. Parlamenteren DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re du caran hevdîtin kirin. Bi van hevdîtinan, muxatabiya Abdullah Ocalan careke din hat pejirandin.
Hêviyên ji bo çareseriyê hê jî hene
Piştî hevdîtinan di daxuyaniyên ku hatin dayîn de ji bo çareserkirina meseleya Kurd bi riyên demokratîk û ji bo demokratîkbûnê peyamên girîng hatin dayîn lê hê ji aliyê desthilatdariyê ve gavên şênber nehatine avêtin. Ji ber wê jî li ser çawanî û awayê çareseriya meseleyê nîqaş didomin. Her çendî hêviyên ji bo çareseriye hebin jî; avêtina qeyûman, girtin û binçavkirina mirovan, herî dawî cezayê li Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn û êrîşên ku li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê didomin, weke gavên ji bo sabotekirina pêvajoyê tên şîrovekirin.
Bendewariya ji bo gavên şênber
Ji bo peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Sibatê de bide, gelek bendewarî hene. Hat diyarkirin ku 7 xalên ku Abdullah Ocalan weke nexşeriya ji bo çareseriya meseleya Kurd pêşniyar kir, pê ve girêdayî li bendê ye ku daxuyaniya were dayîn jî dê riya vê nexşeriyê diyar bike. Beriya her tiştî divê were gotin ku bendewariya ji bo gavên şênber zêde ye. Bi taybetî hêvî ew e ku desthilatdarî mekanîzmayên xwe yên diyalog û muzakereyê bi hêz bike û dest bi hemleya demokratîkbûnê bike. Ji bo berdewamiya pêvajoyê divê bawerî çêbibe û mercên wê werin avakirin.
Li dijî komployê bersiveke dîrokî
Daxuyaniya ku Abdullah Ocalan di meha Sibatê de bide girîng û dîrokî ye. Komplo 26 sal in bi berxwedana gelê Kurd vala derket, daxuyaniya ku Abdullah Ocalan bide, li dijî tecrîd û komployê tê wateya bersiveke dîrokî. Belê komplo çi bû? Çi qewimî? Abdullah Ocalan ji wê rojê ve heta îro ji bo gelan peyamên çawa dan?
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît bi gotinên; "Apo teslîmê me kirin lê min fam nekir çima” di esasê xwe de armanca komployê jî eşkere dikir. Abdullah Ocalan ê ku bûye hêviya gelê Kurd bi salan e di odeyek çend metrekare de ye ji bo pirsa “Hûn çawa dikarin bi milyonan mirovan di cihekî teng û biçûk de bigrin?” wiha bersiva vê pirsê dide
“Hûn çawa dikarin bi milyonan mirovan di odeyek teng de bigrin? Ez rêberê bi milyonan Kurdan im, dema ketim zindanê di wan mercan de min xwe kir senteza bi milyonan. Gel jî wiha fam dikir. Mirov tunebûna malbat û zarokên xwe tehemul nake, ez ê çawa ji îradeya bi milyonan kesan, heta dawî veqetînê tehemul bikim!"
‘Du rê hebûn’
Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe de bal kişand ku “Helqeya dawî ya şerê NATO’yê” komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî wî hatiye kirin e. Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê derket. Li ser wê demê diyar dike ku piştî ji Sûriyeyê derketiye, li pêş wî du rê hebûne û wiha behsa wan riyan û pêşketinên ku çêbûne dike:
"Ez li dawiya rê bûm. Du rê hebûn; yek riya çiya yek jî Ewropa bû. An min ê qada çiya weke biryargeh hilbijarta, asta şer zêdetir bikira, çalakiyên li bajaran dijwartir bikira, yan jî li Ewropayê mercên lêgerîna ji bo lihevkirin, lêgerîna çareseriya demokratîk û aştiyê, ava bikira. Tevî ku xeyala min a 40 salan derketina çiyayan bû, sedema ku ez xemgîniyê neteqiyam ew bû ku ji bo jiyana mirovan û azadiyê, bi qasî serê derziyê jî derfetek aştîxwaz hebûya min tercîh kir wê biceribînim. Ez hê jî bawer dikim ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derneketina Zagrosan min tiştek rast kiriye. Şer kirin tiştek şexsî, veguherandin tolgirtinê. Îhtîmala derfeta aştî û biratiyê tunebû. Ji ber ku şer xitimî, ket xaleke kor, ger ez jî li çiyayan bûma dê bi her cura çekan êrîş çêbûna, hebûna min rewşê girantir bikira. Ji ber wê min riya çiya tercîh nekir. Şêrê ku li derdora min çêbûya dê ji hemû aliyan ve xeter bûya. Ji aliyê exlaqî ve rast nebû min xwe bikira bar. Tevî ku mercên Ewropayê jî pir bi xeter bûn, hinek be jî bawerî bi çanda siyasî û feraseta demokratîk û hiqûqê hebû. Lê bi taybetî em qet nefikirîbûn ku dê hikumeta Yunanistanê 9’ê Cotmeha 1998’an roja ku min gav avêt wê derê ewqas qeleşiyê bike.”
‘Armanc destpêkirina şerê Kurd û Tirkan bû’
Komplo her çendî di şexsê Abdullah Ocalan de destkeftiyên têkoşîna Kurdan ên bi salan hedef bigre jî negihîştin hedefa xwe. Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê di bin mercên tecrîda giran de hemû plan û hesabên hegemonan vala derxist. Li ser sedem û armancên komployê gelek tişt hatin nivîsandin. Hevseroka KCK’ê Besê Hozan di sala 2014’an de li ser komployê vê nirxandinê kir:
"Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê di rastiyê de li dijî Tirkiyeyê hatibû kirin. Bandora vê komployê, wisa berfireh bû ku di asta li sedsalan belav bibe, kûr û bi qasî derbeyek bû. Hêzên komploger ên navneteweyî bi vê yekê armanc kirin ku Rêber Apo wisa ji holê rakin, bi fizîkî îmha bikin û dema ku bi ser nekevin jî teslîmê Tirkiyeyê bikin. Armanca hêzên komploger ên navneteweyî ku serkêşiya wan CIA û MOSSAD'ê dikirin tenê ew bû ku li Tirkiyeyê şerek di navbera Kurd û Tirkan de ku sed salan bidome derxin.”
‘Gel dest ji têkoşîna xwe berneda’
Van nirxandinên ku Besê Hozat di sala 2014’an de kirine di rastiyê behsa serdemek nêz a borî û îro dikin. Komplo îro li dijî Kurdên li çar aliyên Kurdistanê bi êrîşan didome. Bi hedefgirtina Şoreşa Rojava, li her derê êrîş didomin. Endama Koordînasyona KJK’ê Ayten Dêrsim jî di salvegera 26'emîn a komployê de vê nirxandinê kiribû:
“Têkoşîna bi rûmet a ku Rêbertiya me 26 sal in li Îmraliyê dimeşîne û têkoşîna tevgera me, pêşiya me diyar kir. Qehremaniyên mezin, berxwedan û tekoşîna bi heybet a gelê me, tecrîdê şikand. Rêbertiyê di salên derbasbûyî de gotibû ku komplo negihîştiye armanca xwe. Bêguman têkoşîna Rêbertiya me vê yekê diyar kir. Em jî weke tevger bi têkoşîna Rêbertiya xwe re bûn yek. Me nîşan da ku komplo îşkence ye, tecrîd derhiqûqî û ji derveyî exlaqê siyasî ye. Niha merheleya em lê ne, nîşan dide ku me tecrîdê hinek be jî şikandiye. Gelo ev bes e? Bêguman na lewere armanca me azadiya fizîkî ya Rêbertiya me û avakirina statuya Kurdistanê ye.”
Ji bo jinan riyan vekir
Tecrîda ku bi komployê re bi pêş ket, bi salan domiya, tevî mercên tecrîda giran jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser azadiya jinan perspektîfan girîng pêşkêş kir. Bi nirxandinên ku ji serpêhatiyên jiyana xwe kir; têkiliya asta azadiya civakî ya rasterast bi jinan re eşkere kir. Paradîgmaya Abdullah Ocalan îro ji bo jinan riyên ber bi azadiyê ve diçin vekir. Nîşeyên Abdullah Ocalan ên Îmraliyê perspektîfên ji bo jinan pêşkêş dikin. Van nîşeyan, girîngiya hevdîtinên ku îro tên kirin ji bo gelan û jinan derxist holê. Abdullah Ocalan, hema bibêje di hemû hevdîtinên ku berê hatibûn kirin de, ji bo pirsgirêka jinan tiştek digot. Diyalogên wê yên bi endama heyete Pervîn Buldan re bi qasî ku balkêş in bi bandora xwe jî balê dikşînin.
Di nîşeyên 23’ê Sibata 2013’an de, parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan, ji Abdullah Ocalan dipirse ka ji ber nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek wî heye yan na.
Abdullah Ocalan dibêje: “Beriya ku tu werî ez li ser vê mijarê fikirîm. Em te nas dikin. Bi îhtîmalek mezin zewaca te ji derveyî daxwaza te bû. Dûre tu bûyî dayik, êşên te çêbûn lê bi dayiktiyê evîn nabe. Evîn jiyanê dikuje. Gelê ku jinên wî azad nebin şansa wî tune ye.”
'Azadiya jinan têkoşîna Sakîne ye'
Abdullah Ocalan, bi nirxandinên ku ji serpêhatiya jiyana xwe dike, têkiliya yekser a asta azadiya civakî ya bi jinan re diyar dike. Di berdewamiya diyalogê de, jiyana yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2012’an de li Parîsê bi du hevalên xwe yên jin re hat qetilkirin mînak nîşan dide.
Abdullah Ocalan: (Berê xwe dide Pervînê) Rewşa we li holê ye. Mêrek jinê tenê weke dayik dikare bibîne. Hûn mînak in. Em tevgera azadiya jinan dibînin. Sakîne mînak e. Hûn mînak in. Azadiya jinan, têkoşîna Sakîne ye. Ez ê hesabê Sakîne bipirsim, kujeran derxim holê. Jin hebûneke enteresan e. Bi kîjan jin re jiyana çawa?”
'Gelê ku jinên wî azad nebin azad nabe'
Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe yên berê de behsa salên xwe yên ciwaniyê dike. Kesîreya ku bi Ocalan re dizewice, yekem jina tevli PKK’ê dibe, nêzî 10 salan di nava PKK’ê dimîne. Kesîre dûre bi armanca xebatê diçe Yunanistanê û dûre tu agahî jê nayê girtin. Tişta ku dibe sedem Abdullah Ocalan ewqas li têkoşîna azadiya jinan raweste, tiştên ku bi Kesîre re jiyan e ye.
Abdullah Ocalan: (Berê xwe dide Pervînê) Divê tu azad bibî. Siyaset bi evîndarî û hezkirina gel dibe. Osman ji bo jinek gelê xwe firot. Min deh sal şer kir. Ajokarê min ji bo Kesîreyê gotibû; "Divê mirov vê bi çar hespan ve girêde, bike çar perçe.” Roja ku Kesîre reviya ez rizgar bûm, ji nû we hatim cîhanê. Mêrê nevneperest ê Kurd dê çi bikira? Dê bikuşta. Jinên xwedî qehremaniyên mezin hene. Pîroziya jiyanê girîng e. Divê mirov dest ji koletiyê berde. Ji bo peyama 8’ê Adarê hûn dikarin van gotinên min di vê çarçoveyê de baştir îzah bikin. Jinên azadbûyî xwedî mertebeyek bilind in. Ez qehremanên jin ên şehîd bûne bi bîr tînim.
4’ê Sibata 2015’an Abdullah Ocalan di hevdîtineke dîrokî de dîsa behsa Kesîre dike û dibêje:
Min berê behsa meseleya Kesîre kiribû. Dema ku ez bi keça mirovê dewleta kûr re zewicîm, bi taybetî hevalên Dêrsimî her dem bi guman bûn. Alî Haydar baştir dizane. Dema ez pê re zewicîm jî fikirîm min got dibe ku di navbera me û dewletê de bibe pir. Hûn dizanin 10 sal min ji ber wî êş kişand. Deh salan dersek mezin min girt. Ger min ders jê negirta îro li ser vê maseyê nebûm, azadiya jinan çênedibû. Me bi saya wan êşan azadiya jinan bi pêş xist. Hevalên me wê demê gotin, weke pîlotê Udunê em wê bikujin. Min nehişt. Lêgerîna min a çareseriyê cuda bû.”
‘Jin dema di nava malê de be ber bi koletiyê ve diçe’
Di hevdîtina heyeta HDP’ê ya 18’ê Adara 2013’an de Pervîn Buldan encamên çalakiyên 8’ê Adarê ji Abdullah Ocalan re radigihîne.
“Pervîn Buldan: Çalakiyên 8’ê Adarê pir baş derbas bûn, bi taybetî li herêmê pir bi îhtîşam bûn. Jinan peyamên aştiyê pir zelal û bi biryar anîn ziman.
Abdullah Ocalan: Divê jin azad bibin. Li Rojhilata Navîn divê jin bilind bibin. Rewşa we pir zor e. Hûn ê çawa azad bibin? Ez pir bi ber rewşa jinan dikevim. Divê hûn xwe azad bikin. Dema ku jin di nava malê de be ber bi koletiyê ve diçe.
'Divê jin xwebûn bin'
Abdullah Ocalan: (Berê xwe dide Pervînê) Jiyana we ya berê diyar e. Zexteke feodal hebû lê niha hûn siyasetê dikin. Hûn di warê siyasetê de baş in. Jin û keçên ciwan azad bikin. Niha rewşa jinan baş e. Jinên azad weke rojê hiltên. Gotinên jin, jiyan pir bi wate ne. Divê jin bi qudret, azad û xwedî biryar bin. Gotinên Jin-Jiyan, pir hêja ne. Her tişa ez dibêjin weke tabû nebînin. Jinên ku xwedî biryarên xwe ne bigihîjînin. Divê malên jinan ên azad, avahiyên wan hebin. Divê mekanên we yên ku biryarên jiyanê li wan bidin hebin. Divê fona malî hebe. Lêgerîna jinên azad bikin destpêka xebatên xwe. Ez dubare dikim, bê jin jiyan nabe. Bi hêvî bin, kedê bidin, bi bawerî bikin. Xebata ku esasê wê jin bin girîng e. Hûn li Rojhilata Navîn ji jinan re pêşengiyê dikin. Ji Nazanê re silavên miin bibêjin. Min nivîsên wê eciband. Baş ji şoreşa jinan fam kiriye
'Çûyîna jinan a ber bi jiyan rast bi îro ve girêdayî ye'
Di hevdîtina heyeta HDP’ê ya di 3’yê Nîsana 2013’an de Pervîn Buldan rojevên Konferansa Aştiyê û konferansa jinan a Rojhilata Navîn ji Abdullah Ocalan re radigihîne. Abdullah Ocalan têkiliya jin û mêr wiha dinirxîne dibêje ku bi perspektîfa “hevberdana bêdawî” bi qasî ku pîvana jiyana azad daniye holê, behsa texrîbatên çanda desthilatdariya mêr a li ser jiyana jinan dike û mînaka Ayşe dide.
“Pervîn Buldan: Silavên hemû jinan hebûn. Her wiha rojbûna we pîroz dikin.
Abdullah Ocalan: Bila sax bin. Derbasbûna jiyana rast a jinan bi îro re girêdayî ye. Ji bo ji jinan re jiyana azad biafirînim di nava hewldanan de me. Li cîhanê tu kes bi qasî min bi meseleya jinan re têkildar nebûye. Divê jin jî bi evîndarî tevli vê pêvajoyê bibin.
Pervîn Buldan: Em jin xwe ji konferansan re amade dikin. Amadekariyên konferansa aştiyê û konferansa jinan a Rojhilata Navîn hene.
Abdullah Ocalan: Ez ê konferansa Rojhilata Navîn pêşniyar bikim lê niha na. A jinan zêdetir ji bo wê dibe amadekarî. Li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Lubnanê destpêkê dikarin yekitiyek wiha ava bikin. Ava Dîcle-Firatê dikare bibe bingeha ve yekitiyê. Pirsgirêka tu kesê ji wan bi serê xwe çareser nabe. Heta ku meseleya Kurd û ya Sûriyeyê çareser nebe, Tirkiye nikare bêhnê bigre. Jin dikarin li ser vê bingehê konferansa xwe li dar bixin. Di pirtûka xwe ya “Kuştina mêr” de li ser van mijaran rawestiyam. Dibêjin “an tu yê ya min bî yan a axa sar.” Dibêjin “ji pişta wê dar, ji zikê wê zarok kêm nekin.” Çanda wan ewqas xirab e. Xebatên jinan girîng in. Berê jî min gotibû jin navenda jiyanê ne. Em dikarin bibêjin kolektîfa jinan. Divê xebatên jinan ên aborî û parvekirina civakî hebin. Bawerî bi mêran neynin. Ez nabêjim bila malbat tunebe. Ji pirtûka min a kuştina mêr ev baş tê famkirin. Gotina hevberdana bêdawî şaş fam nekin. Bi jinan re jiyana pir xweş dikare were jiyîn. Gotina Hz. Ayşe ya "Xwedayê min xwezî ez ne jin, kevir bûma” pir girîng e. Dogmatîkbûna mêran hilweşînin. Hemû mêr zarokên we ne. Ji jinên bêkar re pêşengiyê bikin. Bila jin, zarokên ku baş û xweş bijîn biwelidînin. Mesele tenê welidandin nîn e, xwedîkirin e. Dest ji kotaya ji sedî çil-pêncî berdin. Sê yan jî çar jin dema hatin ba hev li çareseriyan bigerin. Mêr xwe pir mezin dikin. Hûn bi jinîtiya xwe bawer bin. Jin zîrektir in û kêm caran derewan dikin. Aliyên balkêş û jiyanî yên jinan hene. Ev mijar di îslamê de jî baş nehatiye rûniştandin.”
‘Jin bi bawerî karê xwe didomînin’
Tesbîtên Abdullah Ocalan, pirsgirêkên ku îro tên pênasekirin jî digre nava xwe. Polîtîkayên qirkirina jinan ku hikumeta AKP’ê serkêşiyê dike, tenê jinan di malê de nahêle, dike rewşeke ku nikaribin bêhnê bigrin. Di van demên ku her tişt ji aliyê feraseta mêr ve tê diyarkirin de, êrîşên bîrdozî jî didomin. Li dijî polîtîkayên dijminahiya jinan dikin, jin baş dizanin ku bi komployê ji bo wan jiyana çawa hatiye ‘diyarkirin’ û li dijî vê berxwedana xwe didomînin. Wekî ku Abdullah Ocalan beriya salan gotibû, jin bi hêvî ne, kedê didin û bi bawerî karê xwe didomînin, tişta baş jiyanî dikin..