Di 12 rojên êrişên Îsraîlê de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî medyaya Îranê, di encama êrîşên 12 rojan ên Îsraîlê ya li dijî Îranê de 126 jê jin û 41 zarok hezar û 60 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Herêm, şahidiya aloziyeke leşkerî ya bêhempa di navbera Îran û Îsraîlê de ku di 13’ê Hezîranê de dest pê kir û 24’ê Hezîranê bi dawî bû, kir. Ev alozî, bû sedema ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, birîndar bibin û her wiha zirarên mezin ên madî gihişt li binesazî û tesîsên girîng ên her du aliyan.
Medyaya Îranê, duh (7’ê Tirmehê) ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li seranserê welat de nêzî 5 hezar û 600 kes birîndar bûn û 160 ji wan heta niha li nexweşxaneyan tên dermankirin. Medyayê, da zanîn ku 126 jin û 41 zarok jî di nav de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 100 kes û ji wan hezar û 60 kes di merasîma fermî ya cenazeyê ya li seranserê welat hate li dar xistin de hatin definkirin.