DFG: Tevî hemû zextan 126 sal in rojnamevaniya Kurdî berdewam dike

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya 126'emîn salvegera rojnameya Kurdistanê daxuyanî da, diyar kir ku tevî hemû zextan rêwitiya rojnamevaniya Kurdî 126 sal in didome.

Navenda Nûçeyan- Komeleya  Rojnamegeran a Dîcle Firatê, der barê 126’emîn salevegera rojnameya Kurdistanê ku di 22'ê Nîsana 1898'an de dest bi weşanê kir, daxuyanî da.

DFG'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku weke rojnamegerên ku dil dane ragihandina heqîqetê û wek kedkarên çapemeniya azad salvegera rojnameya Kurdistanê pîroz dikin û wiha hat gotin: "Rêwîtiya rojnamegeriya Kurdî 126 sal beriya niha dest pê kir. Ev rêwîtiya ku ji aliyê Mîqdad Mîdhat Bedirxan ve bi rojnameya Kurdistanê dest bi çîroka xwe kir, di demeke kin de pêl bi pêl mezin bû, di sedsala 21’mîn de wek behreke ku di hembêza xwe de heqîqetê dihewîne bandorê li cîhanê kir. Di vê pêvajoya demdirêj de weke rojnameya Kurdistan û Kovara Hawarê gelek berhemên din ên çapemeniyê ji bo gelê Kurd bûn nîşaneyên serkeftinê. Her çend ev rêwîtiya pîroz di jiyana sirguniyê de dest pê kiribe jî çapemeniya Kurd di warê çapemeniya heqîqetê de li tevahiya cîhanê weke sembol hat pêşwazîkirin."

‘Di her serdemê de rojnamegerên Kurd rastî zextên giran hatine’

DFG'ê da zanîn ku yekemîn rojnameya Kurdî di 22 Nîsana 1898’an de li Qahîreyê bi navê Rojnameya Kurdistanê, bi tîpên Erebî hat çapkirin û wiha berdewam kir: "Bi vê yekê re rojnamegeriya Kurdî jî dest bi rêwîtiya xwe kir. Em dikarin bibêjin ku Rojnamegeriya Kurdî ji bo gelê Kurd tê wateya hişyarbûn û destpêkirina têkoşîna nasnameya neteweyî. Piştî ku Rojnamegeriya Kurdî dest bi xebatên xwe kir, di warê bîr, bawerî, zanistî, nûjentî û rewşenbîriyê de jî ji bo gelê Kurd bingeha netewbûnê hêdî hêdî afirî. Di her serdemê de rojnamegerên Kurd rastî zextên giran hatine û ev yek îro jî bi heman rengî didome. Dîroka rojnamegeriya Kurd jî vê yekê bi zelalî radixe ber çavan. Di pêvajoya 126 salan de, rojnamegeriya Kurd her dem rastî qedexe û astengiyan hat. Bi taybetî di van 22 salên dawî de bi gotineke din di serdema desthilatdariya AKP’ê de rojnamegeriya Kurd di her warî de bi konsepteke nû ya êrişan ve rû bi rû ma. Sedema vê ya herî bingehîn jî îsrara wê ya heqîqetê bû. Lewre, rojnamegeriya Kurd bêdengiya li ser êrişên ku li dijî nasname, çand û ziman pêk dihatin perçe kir.” 

 ‘Azadiya Welat û Ozgur Gundem bûn pêşengên vê kevneşopiyê’

DFG'ê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku piştî têkoşîna gelê Kurd li Rojhilata Navîn belav bû ji bo rojnamegeriya Kurd jî pêvajoyeke nû dest pê kir û wiha domiya:  “Li dijberî hewldanên tunekirina dîroka Kurd rojnamegeriya Kurd heya niha roleke girîng lîst. Zilm û zordariya li ser gelê Kurd ann nedihat dîtin an jî ji heqîqetê dûr dihat xistin. Vê yekê di rojev û rastiya civakê de valahiyeke mezin afirandibû. Lê belê ev valahî bi Rojnamegeriya Kurd tije bû. Bêguman salên 90’î ji bo rojnamegeriya Kurd bûn destpêka serdemeke nû. Bi pêşengiya Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz ve rojname û kovarên ku bi Kurdî û Tirkî hatin çapkirin têkoşîna rojnamegeriya Kurd pêl bi pêl mezintir kir. Ev têkoşîn di heman demê de bû kevneşopiya Rojnamegeriya Kurd. Di vî warî de Azadiya Welat û Ozgur Gundem bûn pêşengên vê kevneşopiyê. Di vê rêwitiya pîroz de gelek berdêlên giran jî hatin dayîn, gelek nav û kesayet bûn cangoriyên rêwitiya ragihandina heqîqetê. Wekî Apê Mûsa, wekî Gûrbetellî Ersoz, wekî Cengîz Altûn, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr û gelek kedkar û pêşengên Çapemeniya Azad. Israra Rojnamgerên Kurd a heqîqetê bi wêrektî û biryardariya wan ve bi wate bû. Bi saya wan têkoşîna heqîqetê bi dawî nebû û îro jî wekî roja destpêkê didome. Em tevahiya wan pakrewanan jî bi rêzdarî bi bîr tînin." 

 ‘Tevî hemû zextan 126 sal li pey xwe hişt’

DFG'ê herî dawî bal kişand ser têkoşîna rojnamegerên Kurd û wiha bi dawî kir: “Bi bedêlên giran rojnamegeriya Kurd li gel tevî astengî û qedexeyan pêl bi pêl mezin bû, destkeftiyên giranbuha bi dest xist, serdemên dîrokî buhurand. Li gel tevahiya zextan 126 sal li pey xwe hişt. Lê rojnamevanên ku li ser şopa heqîqetê meşiyan, bi berdêla canê xwe, bi berdêla azadiya xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan. Bi vê bîr û ferasetê em 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd careke din pîroz dikin û ji tevî dildarên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin re serkeftinê dixwazin.