DFG rapora Binpêkirinên Mafê Rojnamevanan ya meha Tebaxê parve kir

DFG’ê rapora “Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan a Meha Tebaxê” eşkere kir. DFG’ê diyar kir ku êriş û zextên AKP’ê û MHP’ê yên li ser rojnamevanan zêde bûne û di meha Tebax ê de dû rojnamevan hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora “Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan a Meha Tebaxê” eşkere kir. DFG’ê bal kişand ser êriş û zextên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li ser rojnamevanan û da zanîn ku di meha tebaxê de gelek malperên dîjîtal medyayê hatine sansurkirin, xwegihandina nûçeyan hatiye astengkirin, Ajansa Mezopatamya jî di nav de ji bo 6 malperên înternetê biryara qedexeya xwegihandinê hat dayîn, ji bo 88 navarokên medya dijîtal ku di nav de rojnameya Yenî Yaşamê jî heye biryara astengkirinê hatiye dayîn, hejmareke zêde ya malperên înternetê, hesabên X’yê bi biryarên dadgehên nobedar ên qedexeyê hatin astengkirin û her wiha RTUK’ê ji bo hejmareke zêde ya TV’yan jî cezayê pereyan biriye.

‘Rojnamevan Gulistan Tara û Hêrû Bahadîn hatin qetilkirin’

Rapora DFG wiha ye:

“Êrişên desthilata AKP’ê û MHP’ê di meha Tebaxê de hêj zêdetir bûn. Desthilata ku şerê xwe yê li dijî Kurd veguhest Herêma Kurdistana Federe li gel şirîkê xwe PDK’ê dest bi polîtîkaya êrişên berfireh ya bi ser rojnamegeran de kir. Êrişên ku di meha Tîrmehê de li gel nokeriya PDK’ê berfireh bûn, di 23’ê Tebaxê de Tirkiyeyê di nava sînorê Herêma Kurdistana Federe de li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta sivîl bombebaran kir. Ajansa Rojnewsê ya navenda wê li Suleymaniyê aşkera kir ku di êrişa hewayî de Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara jiyana xwe ji dest dane. Ji bo qetilkirina rojnamegeran di serî de li Kurdistanê û li gelek welatên din ên cîhanê bertekên tûnd hatin nişandan û êriş bi tundî hat şermezarkirin. Di van daxuyanî û xwe pêşandanên protestoyan de hat xwestin ku li dij van êrişên hov ên Tirk de qada navneteweyî xwedî helwest û berpirsiyar be. 

Êrişa qetilkirina rojnameger Tara û Bahadîn dema li Amedê ji aliyê hevpîşeyên wan ve bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin, polîsên tirk êrişî van rojnamegeran kir û ji wan rojnamegeran gelek jê hatin derbkirin. Li gel van hemu êrişên polîsan jî qetilkirina rojnamegeran bi daxuyaniyek hat protestokirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi tu awayî dê li dijî van êrişên hov bêdeng nebin û dengê Çapemeniya Azad dê hêj gurtir û bilintir bikin. Peyama parastin û piştgiriya rojnamegeran ya heta bi heta hat dayîn.

‘Tirkiyeyê piştî Youtube û Wikipedia’yê, Instagram jî kir bazara sansurê’

Siyaseta AKP’ê û MHP’ê ya di polîtîkaya şer de israr dike bi ser civakê re weke sansura girankirî her diçe tê kûrkirin. Mînaka polîtîkaya sansurê ya herî dawî di roja duyamîn a meha Tebaxê de girtina tora Instagramê ye ku ji aliye milyonan ve tê bikaranîn. Instagram, bi biryara roja 2’yê Tebaxê ya Saziya Zanist a Teknîk û Ragihandinê ve xwe gihandina pergala Instagramê hat qedexekirin.  Di roja 10’ê Tebaxê de di çarçoveya lihevkirina Tirkiye û Metayê de biryara qedexe ya xwe gihandina Instagramê hat rakirin. Tirkiyeyê piştî Youtube û Wikipedia’yê, Instagram jî kir bazara sansurê. Li gor vê bazara qirêj dê van her sê qadên medya dijital bi hev re bibin parçeyekî êrişên bi ser azadiya raman ya gelê kurd û muxalîfan.

Di nav rojên ku Instagram hat girtin de pergala Roblox ku ji aliyên milyonan ve tê bikaranîn jî hat asteng kirin. Di vê platforma Roblox’ê de lîstikhezan lîstik dilîst û hin kes jî bi tasarimên xwe lîstikên nû diafirand û di ser vê de qezenc bi dest dixistin. Bi daxwaza Buroya Sucên Zanîst a Teknolojî û Ragihandinê Dadgeha Edeneyê ya 6’emîn a Cezaya Sulhê bi angaşta ku bi hin naverokan zarok tên îstîsmarkirin roja 7’ê Tebaxê biryara qedexeya xwe gihandinê danî ser Malpera Platforma Robloxê.

 Hejmarek zêde ya malperên înternetê hatin girtin

Ji ber betlana Edlî di vê mehê de darizandin û danişîn pêk nehatin. Lê di meha Tebaxê de ango betlana Edlî de hejmareke zêde ya malperên înternetê, hesabên X’yê bi biryarên dadgehên nobedar ên qedexeyê hatin astengkirin. Van biryarên qedexeyê yên xwe gihandina ji bo agahî û nûçeyên ku hatine dayîn jî balkêşe û divê binê wan baş bên xêzkirin. Di binê van nûçeyan de pirtir jî navên kesayetên AKP’î dertên pêş. Weke ku ji bo gendelî û nelirêtiyên van kesayetan û binpêkirinên mafan bi destê darazê bê sansurkirin û ji gel bê veşartin hatine derxistin.

Cezayê pere li hejmarek zêde TV yan hate birîn 

Saziyên weke RTUK, BTK jî betal neman û ji bo hêjmareke zêde malperên internetê biryara girtin û xwe gihandina nûçeyan astengkirin. Li gor raporê herî kêm ji bo naveroka 401 nûçeyan biryara qedexeyê hat girtin. Ajansa Mezopatamya jî di nav de ji bo 6 malperên înternetê biryara qedexeya xwegihandinê hat dayîn. Ji bo 88 navarokên medya dijîtal ku di nav de rojnameya Yenî Yaşam jî heye biryara astengkirinê hatiye dayîn. Her wiha RTUK’ê ji bo hejmareke zêde ya TV’yan jî cezayê pereyan birî.”