DFG’ê ji bo piştevaniya bi rojnamegeran re bang kir

DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Dîcle Muftuoglû û Abdurrahman Gok banga tevlibûnê kir û got: “Ya ku tê darizandin rojnamegerî ye. Em banga tevlibûna danişînan dikin.”

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo tevlibûna danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok a di 22’yê Cotmehê de û ya hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ya di 24’ê Cotmehê de banga tevlibûnê kir.

DFG’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser astengkirin, zext û dorpêça li ser rojnamegerên Kurd û wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê zext û dorpêça bi darazê ya li dijî rojnamegeran, bi taybetî jî li dijî rojnamegerên Kurd bênavber didome. Rojnamegerên li kolanan ji ber şopandina nûçeyê rastî tundî û astengkirinan tên bi riya dorpêça darêzê tê xwestin, dengê wan bê birîn. Di nava her du hefteyên li pêş de danişîna du dozên rojnamegeran jî parçeyeke vê hewldanê ye. Rojnameger Abdurahman Gok 20 sal in li qadê ye. Li gelek bajaran kêlî bi kêlî nûce şopand. Di serdema êrişên DAIŞ’ê de li Şengal û Kobanê di eniya pêş de hovîtiya dihat kirin şopand û ragihand. Ev rojnamegerê ku di Newroza sala 2017’an de bi wêneyên xwe destûr neda rastiya heqîqeta kêliya qetilkirina Kemal Korkut a bi guleya polîs bê veşartin, di 22’yê Cotmehê de careke din dê derkeve hemberî dadger. Rojnameger Abdurehman Gok li Îranê jî agahiyên çalakî û serhiladana ‘Jin jiyan azadî’ ji bo raya giştî ragihandibûn.

Desthilatdariya faşîst rojnameger Abdurahman Gok ji ber wêneyên wî yên kêliya qetilkirina Kemal Korkut ê bi guleya polîs, bûye hedef. Ji wê serdemê û şûn ve li dijî wî binçavkirin, lêpirsîn û dozê dest pê kir. 5’emîn Dadgeha Giran a Amedê di 30’ê Hezîrana 2022’yan de bi îdiaya ‘endamê rêxistinê’ û ‘propagandeya rêxistinê’ salek û 6 meh û 22 roj ceza lê birî. Di 25’ê Nîsana 2023’yan de jî bi tawanbariyên îtirafkar Umît Akbiyik hat girtin û piştî 7 mehan bi şertê kontrola edlî hat berdan. Tê xwestin bi van tawanbarî û îdiayan xebatên pîşeyî yên rojnameger Abdurahman Gok bên krîmînalîzekirin.

Wê der barê Dîcel Muftuoglu de biryar were dayîn

Hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglû jî bi tawanbariyên îtirafkarên aşkera û nepen, di 29’ê Nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de, di 3’yê Gulana 2023’yan di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hat girtin û wê birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’, ‘rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye’ 10 mehan di girtîgehê de ma. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di danişîna 3’yemîn de 15 sal ceza xwest û bi şertê kontrola edlî berda. Dadgehê, danişîna biryarê jî talûqê 24’ê Cotmehê kir.”

‘Azadiya çepemeniyê û rojnamegerî tê hedefgirtin’

 Di daxuyaniyê de der barê pêvajoya darizandina herdû rojnamgeran de ev tişt got:

“Heke danişînên rojnameger Abdurrahman Gok û Dîcle Muftuoglu bên şopandin dê pir aşkera bê dîtin bê ka li bajarên Kurdan derhiqûqiyeke çawa tê kirin û rojnameger bi çi rengî hedef tên girtin. Tê xwestin ku Abdurrahman Gok û Dîcle Muftuoglu ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û helwesta wan a çapameniya azad bên cezakirin. Di şexsê wan de rojnamegerî û azadiya çapameniyê hedef tê girtin. Em weke Komaleya Rojnamegerên a Dîcle Firatê, şahidên rojnamegeriya her du hevpîşeyên xwe yên rojnameger in. Ji bo hevkariya li dijî vê bêhiqûqiyê, di serî de em bang li hemû rêxistinên çapaminiyê û raya giştî ya demokratîk dikin ku beşdarî danişînê bibin. Em ji darazê re jî dibêjin; dev ji van dorpêçên xwe yên li ser çapemeniyê berdin. Çapemeniya Azad bi van zextên we paşve gav navêje. Divê hûn dev ji van danişînên xwe yên derhiqûqî berdin.”