"Dewletên cîran aramiya Kurdistanê li ser xwe weke metirsî dibin in"
Çalakvana Başûrê Kurdistanê Medya Abdula li ser êrîşên dema dawî yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku dewletên cîran naxwazin li herêma Kurdistanê aramî hebe û êrîşî çavkaniyên xwazayî yên Kurdistanê dikin.
TEWAR PÊNCAWÎNÎ
Silêmanî- Dubare derketina çeteyên DAIŞ'ê, êrîşkirina ser Girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Başûrê Îraqê jî êrîşî gundan û cihwarên sivîlan kirin, çeteyên DAÎŞ’ê. Dewletên ku piştgiriya çetan dikin dixwazin li wan herêman tişta dixwazin bêxin meryetê, bi zindîkirin û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê hebûna xwe derdixin. Çalakvana mafê sivîlan Medya Abdula di derbarê sedemê carekdinê derketina komên çeteyên DAIŞ’ê de ji ajansa mere axivî.
"Dewleta Tirk êrîşî çavkaniyên xwezaya Kurdistanê dike"
Medya Abdula da zanîn ku armanca dewleta Tirk dagirkirina axa Kurdan e û wiha got: "Dewleta Tirk berjewendiyê xwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dibîne. Ji ber li van herêman gaza xwezayî û neft gelek heye, her çendî ku Tirkiye welateke li ser geştiyariyê xwe dide jiyîn jî lê belê dagirkirina van herêmên ku lê neft heye armancek din a dewleta Tirke. Ji ber wê jî dewleta Tirk dixwaze ev herêmane ne aram be heta ku berjewendiyê xwe yê siyasî û aborî pêktîne. Dewleta Tirk dixwaze ji van çavkaniyên xwezaya Kurdistanê hêz bibe û bi wê dahatê alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike."
Medya Abdulah di derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ li ser Girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Îraqê û hem wext bombabarana dewleta Tirk li ser wargeha penaberan ya Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî ev tişt got: "Eva ku li herêmê rûdide pilankirîne. Nebûna serwerî û hêza dewleta Suriye û Îraqê sedemê êrîşên dewleta Tirk e. Bûyera li Girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran a Hesekê rû dayî bi pilan bû. Di demek ku Rojavayê Kurdistanê bi fermî daxwaz ji dewletên cîhanê kir ku girtiyên DAIŞ’ê bibin li walatên xwe dadgeh bikin, ji ber çeteyên DAIŞ’ê li ser tevayî mirovahiyê metirsiye. Ji ber wê pilanên bingehîn yên çend dewletan bû ji bo berjewendiyê siyasî û aborîbûn ji ber wê jî hemû bûyerên li van herêman di qewiin bi pilan in. Welatparêziya gel bingeheke ku tu siyaset nikare têk bibe, di asta netewî de ger gelek yekgirtî hebe, li ser asta deweletên cîran xwedî armanc bin û di navdeweltiyê de weke gelekê li mafê xwe digere û dikarin bigihin armanca xwe. Bi teybet di serdema cîhanê de dikarin bala raya giştî bikêşin."