‘Dewleta tirk nexweşxane û dibistanan bombebaran dike’

Berdevka Ofîsa Jin a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Henan Iniz got ku bi hezaran zarok ji ber êrîşên dewleta tirk ên hovane ji xwendina xwe bêpar mane, pêwîst e ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Berdevka Ofîsa Jin a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê der barê hedefgirtina dibistanek li Kobanê û di heman demê de hedefgirtina deverên niştecih û saziyên tendirustiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ajansa me re axivî û bi tundî ev kiryarên dijmirovî şermezar kir.

‘Deverên niştecih û xizmetê dike armanc’

Henan Iniz bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên bêser û ber li ser gelê herêmê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji 19’ê Mijdarê ve dewleta tirk bênavber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya balafirên şer, balafirên keşfê yên bêmirov û tang û topan êrîş dike. Dewleta tirk dest bi operasyonekê dagirkirniê ya nû kiriye bi mebesta tunekirina gelê me yê ku li herêmê dijî. Dixwaze tirsê bixe dilê gel û wan ji axa lê dijîn koçber bike. Dewleta tirk di êrîşên xwe de deverên niştecih, saziyên xizmetê û dibistanan dike armanc.”

‘Dibistana Goran a li Kobanê hat topbarankirin’

Henan Iniz diyar kir ku dibistaneke zarokan ji aliyê dewleta tirk ve bi dijwarî hatiye topbarankirin û wiha domand: “Di van rojan de jî dibistaneke zarokan a bi navê Dibistana Goran a bajarê Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve hat topbarankirin û bi giştî hilweşiya. Di encama vê êrîşê de gelek xwendkar ji xwendin û perwerdeya xwe bêpar man û zirareke mezin gihîşt sîstema xwendinê li wir. Di heman demê de navendên bajêr ên tendirustiyê bi dijwarî bombebaran kir.”

‘Gelek navend û dibistan ji ber êrîşên dijwar nayên bikaranîn’

Henan Iniz da zanîn ku ji ber rewşa şer li gelek dibistanan xebat hatine sekinandin û wiha pêde çû: “Di vê rewşa awarte de û ji ber êrîşên dijwar ên dewleta tirk li ser xeta sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek dibistan û navendên perwerdeyê hatin seknandin. Ji rewşên bi vî rengî her dem amadekarî û planên me yên alternatîf hene li malan li ser Zoomê perwerde dikare wer dayîn lê hêvîdar in negihîje vê astê, heta vê kêliyê xebatên me ji bo meşandina xeta perwerde û fêrkirinê berdewam dikin.”

‘Moralê me xurt e em serî natewînin’

Henan Iniz bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em van kiryarên dijmirovî bi tundî şermezar dikin, her dem daxwaz dikin ku sînorek ji van sûcên şer re bê dayîn. Divê dewletên berpirsyar wekî Emerîka û Rûsyayê bi erk û misyonên xwe yên ku ji wan tê xwestin, rabin. Sûcên bi vî rengî dê karestên mezin bi xwe re bînin û em vê yekê naxwazin, em dixwazin bi aramî bijîn. Ji me tê xwestin wekî gel em bibin yek da bikaribin li hemberî van kiryaran bisekinin, bila hêza me xurt be û moralê me her dem bilind be.”