Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujî pêkanî
Êrîşên hovane ên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Duh êvarî dewleta Tirk li Eyn Îsayê bi balafirek bê mirov êrîşê sîvîlan kir. Di encama êrîşan de piranî ji wan jin û zarok 12 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk duh (8 kanûn 2024) saet 23:00ˈan gundê Misterîha yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê, di bombebaranê de piranî jin û zarok 12 sivîl jiyana xwe ji dest dane.