Dewleta Tirk li Eyn Îsa 3 zarok qetil kir
Di encama êrişa dewleta Tirk li ser gundê Al Fetsa ta Eyn Îsa de 3 zarokên ku pezê xwe diçêrand hatin qetilkirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/10/20241020-20241020-image-870x-6714eea062e4f-jpgfbf347-image-jpgb0a25e-image.jpg)
Eyn Îsa- Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Fatsa yê dikeve rojhilatê bajarê Eyn Îsa ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hawanan topbaran kir. Di encama êrişê de 3 zarokên ku pezên xwe diçêrand hatin qetilkirin.
Navên zarokên hatin qetilkirin wiha ne: Muslit Zekî El-Xedîp (13), Resûl Munadî El Xedîp (13), Feysel Xazî El-Xedîp (13)