Dewleta Tirk êrîşî Bakûr û Rojhilatê Sûriye kir: Em serî natewînin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye û Qendilê bertek hatin nîşandan. Di bertekên ku hatin nîşandan de hat diyarkirin ku li dijî êrîşan serî natewinin, bang hat kirin ku li dijî êrîşan bikevin nava tevgeran.

Navenda Nûçeyan - Dewleta Tirk ya dagirker duh bi şev bi balafirên şer herêmên Kobanê, Şehba, Derik yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi dijwarî bombebaran kirin. Di êrîşan de zanyariyên kesên jiyana xwe ji destdane û birindaran hatin belavkirin, lê belê bilançoyek bi fermî nehat weşandin. 

Li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakûr û Rojhilatê Surye gelek kes, sazî û rêxistinan bi daxuyaniyan helwesta xwe nîşan dan.

‘Bila hemû cîhan bizane em li dijî êrîşan serî natewînin’

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji ANF’ê re nîrxandin kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi awayekî hovane û li ber çavê cîhanê û hêzên navnteweyî yên li Sûriyê êrîşî herêmê dike. Em vê êrîşa dijminane û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekitiya xaka Sûriyê dike hedef. Ev êrîş beşek ji siyasetên qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî me pêk tîne.”

‘Hedef valakirina herêmê ye’

Fuza Yusuf destnîşan kir ku hedefa dewleta Tirk valakirina herêmê ye û wiha got: “Şerê terorî yê ku dewleta Tirk ragihandiye gefek li ser tevahî Sûriyê ye, dewleta Tirk dixwaze tirsê bixe dilê pêkhateyên herêmê û herêmê vala bike. Divê tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî siyaseta qirkirinê helwestekê nîşan bidin û girêdana xwe bi xaka xwe û nirxên wê ve diyar bikin. Divê gelê me bi hemû pêkhateyên xwe di rewşeke awarte de bin, bi hêzên xwe û bi Rêveberiya Xweser re bisekinin. Bila tevahî cîhan bizanibe ku em serî ji van gefan re natewînin, emê parastina xwe bikin û tola şehîd û birîndarên xwe hildin.”

‘Ji bo dewleta Tirk kirîza xwe ya navxweyî veşêre, êrîş dike’

Hevseroka TEV-DEM’ê Ruken Ehmed di nirxandinên xwe yê ji ANF’ê re kirî de bang li hemû kesan kir ku ji bo êrîşên dewleta Tirk vale derbixin bikevin nava tevgerê û diyar kir ku ji bo dewleta Tirk kirîza xwe ya navxweyî veşêre, êrîş dike û wiha got: “Bombebarankirina herêmên Şehba, Kobanê, Zirgan, Dêrik, heta Qendilê, dewleta tirk ji bo kirîzên xwe yên navxweyî veşêre, van hewildanên êrîşan dike. Ev êrîş bê çaretiya dewleta Tirk nîşan dide. Ew xetimîna ku jiyan dike dixwaze bi êrîşkirina Bakûr û Rojhiltê Sûriye derbas bike. Îro dewleta Tirk bi dijwarî Bakûr û Rojhilatê Sûriye bombaran dike, seneryoya êrîşan bi teqîna li Stenbolê xiste meriyetê. Dewleta Tirk ji bo di hilbijatinan de encam bigre, da ku bi vê civakê sedsalek din bide windakirin û rewşa kaosê hîn zêdetir kurtir bike serî li van êrîşan daye. Dewleta Tirk bi van bombardumanan van dike hedef.”

‘Gel hertim di çalakiyan de bû’

Rûken Ehmed destnîşan kir ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi hemû hêza xwe piştgiriya têkoşîna azadiyê dike û wiha got: “Bakûr û Rojhilatê di van deman de di asta herî jor de piştgirî da gerîla, li dijî gerilayên Kurdistanê bikaranîna çekên kimyewî gelê Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Suryanî û Ermenî her tim li qadan di nava çalakiyan de bûn. Êrîşên li dijî gerilayan şermezarkirin, piştgiriya xwe ya ji bo gerilayan nîşan dan. Car din li dijî tecrîda girankirî ya li bermaberî Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de bûn. Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundîtûjiyê hatibû destpêkirin. Li dijî zihnyeta zordestiyê dewleta tirk çalakiyan ji bo xwe wek tirsê dibîne û li dijî xweza û hemû zindiyan her cûrê rêbazên zordestiyê bikar tîne.”

‘Divê em îro bikevin nava tevgerê’

Rûken Ehmed bang li gel Bakûr û Rojhilatê Sûriye kir û got: “Dewleta Tirk xetimiye, ji ber li gel gelê Kurd dostê Kurdan jî li qadan e. Ji bo em van êrîşan vale derbixin ne sibe, divê îro em bikevin nava tevgerê. Bila civaka me vê baş bizane dibe ku sibe dereng be, ji ber bombardûmanê şuna gelê me serî li rêyên koçberiyê bide, em bi hevre hemû dakevin qadan û ji bo rawestandina van êrîşan em dewleta Tirk mecbûr bikin.”

Ji bo xwedîderketina li Kurdistanê banga daketina qadan

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd-Ewropa (KCDK-E) li dijî êrîşên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan dan û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin û ev tişt hat gotin: “Dewleta tirk ya hov, bi awayekî hemwext Qendîl, Kobanê û Şehbayê bombebaran dike. Em li ku derê dibin bila bibin, divê li dijî van komkujiyên artêşa tirk a komkujer ên li ser xaka Kurdistanê ku sivîlan hedef digire, em bikevin nava liv û tevgerê. Dixwazin Rojava ku bi saya xwîna bi hezaran gerîlayên xwe li DAIŞ’ê şer kir, têk bir û azad bû, dîsa bixin nava tarîtiyê. Divê tu Kurdistanî li dijî vê bêdeng nemîne û bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha em hêzên navneteweyî yên ku qada hewayî ji balafirên dewleta tirk re vekirin jî şermezar dikin. Banga me li hemû meclis û pêkhateyên me, ji jinan heta ciwan, jin, kal û pîran ew e ku li dijî van êriş û komkujiyan xwedî li Kurdistanê derbikevin.”

‘Bi komployan dixwazin bingeha komkûjiya amade bikin’

 Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di derbarê êrişên dewleta Tirk li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Di peyama xwe de ev tişt parve kirin: “Klîka şer a ku hebûna xwe bi şer diafirîne, domandina hebûna xwe di êrişa li dijî Kobanê de dît. Ev hêza ku hebûna xwe li ser înkarkirin û tunekirina kurdan dibîne, li pey digere ku rê li ber şer, serhildan û êşên mezin veke. Mîna kompasa li Îstîklalê, bi komployên ji dûrî aqil û hewl didin bingeha komujiyê amade bikin.”