Li Şengalê êrişa bombeyî: 4 kes birîndar bûn

Li Şengalê di encama êrişeke bombeyî de nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê jî di nav de 4 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Şengal – Tîmek ji rojnamevanên Şengalê ku nûçegihanên Çira TV û Radyoya Çira FM'ê di nav de bûn, ji bo wergirtina hevpeyvînê têkildarî salvegera 10'emîn a fermanê çûn Til Qesebê, lê di vegerê de li Şengalê bûn hedefa êrişeke bombeyî.

Di encama êrişê de wesayita rojnamevanan teqiya û 2 rojnamevan, ajokarê wesayitê û welatiyek birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e û ew rakiriye Nexweşxaneya Mûsilê.

Birîndarên din jî li Şengalê têne dermankirin.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.