Dewleta Tirk di 8’ê Adarê de êrişî Şengalê kir

Dewleta Tirk di roja 8’ê Adarê de bi balafirên bê mirov êrîşê Şengalê kir. Sazî û rêxistinên Şengalê bi pêşengiya Desteya Rêveber a Şengalê êrişên hewayî yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Şengal-Dewleta Tirk werî her car dîsa jinên pêşeng kir hedef. Di roja 8’ê Adarê de piştî nîvroyê balafirên bêmirov a dewleta Tirk li gundê Sikêniyê nêzî noqteyeke YBŞ’ê bombebaran kir. Li gor agahiyan şervaneke YBŞ’ê bi giranî birîndar bûye. Cihê bibîrxistinê ye ku di 29’ê Sibatê de jî li navbera gundê Werdiyê û Ziravikê ya girêdayî Tilizêrê de êrîşeke hewayî pêkhatibû û endamê rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî jiyana xwe ji dest dabû.

Sazî û rêxistinên Şengalê, li dijî êrişên li ser YBŞ’ê, piştgiriya xwe ya bi şervanan re dubare kirin û gotin: “Di rojeke weke 8’ê Adarê de êrîşê civaka me kirin. YBŞ hêza me ya parastinê ye, em li gel hêzên xwe ne. Dewleta Tirk bêyî erêkirina Iraqê nikare balafirên xwe rake, em Iraqê ji van êrişan berpirsyar dibînin.”

 ‘Wê bi van êrişan nikaribin me bitirsînin!’

Desteya Rêveber a Şengalê bi beşdarbûna meclisa giştî ya Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Tevgera Ciwanên Êzidxanê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li ber meclisa giştî ya Şengalê di saetên êvarê de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate dayîn.

‘Iraq ji van êrîşan berpirsyar e’

Riham Hesen di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk îro cihekî şervanên YBŞ’ê hedef girtiye û got: “Di encama êrişa îro de şervanekî YBŞ’ê bi giranî birîndar bû. Dewleta Tirk van bi hevkariya PDK’ê van êrîşan pêk tine. Hikûmeta Iraqê bêdengiya xwe ya li hemberî van êrîşan didomîne. Ji ber vê em Iraqê ji van êrişan berpirsyar dibînin. Eger ew rê nedin, dewleta Tirk nikare balafirên xwe rake.”

‘Di roja 8’ê Adar ê de êrîşê civaka me ya Êzidî kirin’

Riham Hesen diyar kir ku dewleta Tirk di roja 8’ê Adarê de jî êrîşê civaka Êzidî kiriye û wiha pêde çû: “Bi taybetî di rojeke weke 8’ê Adarê de êrîşê me kir, dide nîşan ku dijmin naxwaze civaka me rojek jî kêfxweş bibe. Em li vir dîsa dibin şahidên xiyaneta PDK’ê. Tu tişt wê nikaribe hêza me tune bike. Êrişên li dijî me her dem dibin sedem ku kina me mezintir bibe. Em Şengala xwe bi hêztir biparêzin. Em ê tu carî dest ji hedefên xwe yên Rêveberiya Xweser bernedin.”

Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen gotina, navdar a fermandar Zerdeşt Şengalî ku dibêje, 'Em Êzidî natirsin“ bibîr xist û wiha got: “Me van destkeftiyan heya bi dest xist, berdêlên mezin hatin dayîn. Ji ber vê em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Hevalê Zerdeşt digot, Êzidî natirsin û hevalê Dijwar jî digot ‘doza me mezin e.’ Em jî îro vê dozê diparêzin. Em ê bi rihê van hevalan li ber xwe bidin. Şîfaya lezgîn ji birîndarê xwe re dixwazin û hemû şehîdên meha Adarê bi bîr tînin.”

‘Sedema bêewlebûna Şengalê hikûmeta Iraqê û xiyanetkar in’

Piştî Riham Hesen ser navmê koordînasyona TAJÊ Neam Bedel axivî û da zanîn ku dijminê civaka Êzidî nexwestiye 8’ê Adarê bi kêfxweşî derbas bikin û wiha axivî: “Îro gelê me çûbû pîrozbahiya 8’ê Adarê. Lê dijminê me yê hov nehişt em roja xwe bi kêfxweşî biqedînin. Ciwanên me, pêşengên me yên civaka Êzidî her dem dibin hedefa dewleta Tirk. Hikûmeta Iraqê ji van êrîşan berpirsyar e. Em li pişt hêzên xwe û zarokên xwe ne. Ji ber ku tenê ew me diparêzin, ne kesek din. Civaka Êzidî her dem tê hedefgirtin lê ew çi bikin jî em gav paş ve navêjin. Ew nikarin me ji axa me qut bikin û wê tu carî jî nikaribin. Civaka me yek bi yek vedigere warê xwe û ev jî dijmin hêrs dike. Eger ne ji xayînan be, Şengal wê ji her derê aramtir be. Sedema neewlebûna Şengalê hikûmeta Iraqê û xiyanetkar in. Em şifaya xêrê ji birîndarê xwe re dixwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî YBŞ’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.