Dewleta Tirk avahiya şaredariyê topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker avahiya şaredariyê ya bajaroka Hurriye ya dikeve bakurrojavayê Tebqayê bi SÎHA’yê bomberdûman kir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.
Dewleta Tirk bi balafirên bê mirov avahiya şaredariyê ya bajaroka Hurriye ya dikeve bakurê rojavayê kantona Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir.